Rêxistinên Civaka Sivîl banga eşkerekirina çarenûsa Ocalan kirin

Saziyên civaka sivîl ên Reqayê û  bejahiya wê bang li civaka navdewletî kirin ku beramberamberî tecrîda li dijî rêbertî bi berpirsyartiya xwe rabin û zextê li dewleta Tirk bikin, ku tecrîda ser rêber Ocalan rakin.

Rêxistinên Civaka Sivîl banga eşkerekirina çarenûsa Ocalan kirin
Rêxistinên Civaka Sivîl banga eşkerekirina çarenûsa Ocalan kirin
Rêxistinên Civaka Sivîl banga eşkerekirina çarenûsa Ocalan kirin
29 sibat, 2020   13:49
REQA

Vê sibê Meclisa Sivîl a Reqayê navenda Rêxistinên Civaka Sivîl a li Reqayê û gundewarê li kolana Dêrê ya nava bajarê Reqayê vekir. Paştî vekirina navendê daxuyanî dan û banga diyarkirina çarenûsa rêber Ocalan kirin.

Endamên Rêxistinên li Reqayê, saziyên sivîl, şêx, rûspiyên eşîrên Reqayê û Malbatên şehîdan beşdarî vekirina navendê bûn, beşdaran deqak rêzgitin girtin û paşê ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endama meclisê Hîba Abdullah axivî û îşaret bi berdêlên şehîdan di oxira rizgarkirina herêmê û rêxistinkirina civakê de dane kirin.

Bi navê rêxistinên civaka sivîl hevseroka rêxistinan Necah Xelîf axivî û piştrast kir ku rêxistinên civaka sivîl dê bibin bingeha avakirina bajarê Reqayê.

Her wiha ser navê Rêveberiya Kargehên rêxistinên civaka sivîl, endama rêveberiyê Hena Caber axivî û spasiya kesên beşdarî avakirina rêxistinên civaka sivîl kir. Hena soza berdewamiya rêça şehîdan da.

Piştî axaftin bi dawî bûn, deriyê navendê ji aliyê hevsera Şehîd Mihmed Hesen ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû, hate vekirin.

Rêxistinên Civaka Sivîl daxuyaniyek dan û bang li NY`yê kirin, ku piştî şewata gireva Îmraliyê çarenûsa rêber Ocalan diyar bikin, zextê li desthilata Tirkiyê bikin, ku parêzer serlêdana Ocalan bike.

Daxuyaniyê komploya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û banga rakirina tecrîda li dijî wî kir.

 (eh)

ANHA