Li Reqayê dewreya 4`emîn a a Erka Xweparastinê bi dawî bû

Akademiya şehîd Ehmed El-Elî îro bi merasîmekê dewreya  çaremîn a hêzên Erka Xwepareastinê ya bi navê Şehîd Ramî Xalid El-Hemed bi dawî kir.

Li Reqayê dewreya 4`emîn a a Erka Xweparastinê bi dawî bû
Li Reqayê dewreya 4`emîn a a Erka Xweparastinê bi dawî bû
Li Reqayê dewreya 4`emîn a a Erka Xweparastinê bi dawî bû
Li Reqayê dewreya 4`emîn a a Erka Xweparastinê bi dawî bû
29 sibat, 2020   13:34
REQA

Bi beşdariya endamên saziyên sivîl, leşkerî, buroya Erka Xweparastinê ya bajarê Reqayê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro akademiya Şehîd Ehmed E-Elî dewreya perwerdê ya nû bi dawî kir.

Dewre 45 rojan dom kir û tê de waneyên siyasî, leşkerî hunerên şer, çawaniya bikaranîna çekan bi tevahî cureyên wê, waneyên fikrî yên girîngiya perwerde, mafên jinan û parastina rewa hatin standin.

Piştî deqeyeke rêzigirtinê û toraneke leşkerî, cîgira hevserokatiya Buroya Erka Xweparastinê ya Reqayê Semîra Ehmed axivî û piştrast kir ku ev merheleya hesas baldariyeke zêde dixwaze û wiha dewam kir: "Em îro di rewşeke hesas re derbas dibin. Ji lew re berpirsiyariya li ser milê wê parastina xak û gelê wê ku baweriya parastinê daye we, ye."

Semîra Ehmed bang li ciwanên bajarê Reqayê kir ku tev li erka xwe bibin û got:"Ev erk a her ciwanekî ku di herêmê de ye. Da ku bersiva xeteriya li hember herêmên me bi taybet êrişên dewleta Tirk ku parçeyek ji xaka me dagir kiriye, bide."

Di dawiyê de şervanan  sonda leşkerî xwar û soza şopandina rêça şehîdan, parastina destkeftiyan û parastina yekitiya xaka Sûriyê da.

Şehîd Ramî Xalid El-Hemd di Berxwedana Rûmetê li derdora bajarokê Eyn Îsa yê de Şehîd bûbû.

(ekib)

ANHA