Şehîdên meha Sibatê li Girkê Legê hatin bibîranîn

Şêniyên navçeya Girkê Legê 15 şehîdên meha Sibatê bi bîranîn.

Şehîdên meha Sibatê li Girkê Legê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Sibatê li Girkê Legê hatin bibîranîn
29 sibat, 2020   14:49
QAMIŞLO

Merasîmê bîranînê li navenda çand û hunerê ya Aram Tîgran a bajarê Rimêlan bi beşdarbûna bi sedan şêniyên navçeyê tevlî malbatên şehîdan hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Diyar Efrînî axivî, rola şehîdan a pêkanîna aştî û demokrasiyê diyar kir û soz da ku dê xeta şehîdan bişopînin û li ser fikir û felsefeya Rêber Ocalan bimeşin.

Piştî axaftinan nasnameyên 15 şehîdan hatin xwendin. Her wiha li ser jiyana wan sînevîzyonek hate pêşandan.

Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan wêneyên şehîdan diyarî malbatên wan kirin.

ANHA