Kantona Hesekê şehîdên meha Şibatê bi bîr anîn

Şêniyên bajarê Hesekê û navçeya Dirbêsiyê 84 şehîdên di meha Şibatê de li herêmên cuda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne, bi bîr anînin.

29 sibat, 2020   13:30
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Hesekê û navçeya Dirbêsiyê 84 şehîdên meha Şibatê li deverên cuda li dijî çeteyên artêşa Tirk û DAIŞ`ê li ber xwe dan û şehîd bûn, bi bîr anîn.

HESEKÊ

Merasîma bîranîna şehîdan li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya taxa Miftî ya bajarê Hesekê, bi beşdariya endamên saziyên sivîl, leşkerî û hejmarek ji şêniyan hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgitinê dest pêkir, paşê ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Abdulrezqa Silo axivî û da zanîn ku ew bejna xw beramberî şehîdên ku canê xwe di oxira parastina rûmeta welêt dane, ditewînin.

Abulrezaq wiha axaftina xwe domand: "Da ku teror têk biçe, divê pêkhate parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin."

Li ser navê Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê Hisên Silo axivî û bal kişand ser êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk bi armanca parçekirina pêkateyan û têkbirina projeya Neteweya Demokratîk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike."

Hisên piştrast kir, ku komploya navdewletî ya li dijî Rêber Ocalan fikirê rêbertî dikir armanc.

Merasîma bîranînê bi pêşandina senivîzyona têkildarî jiyana şehîdan û rêber Ocalan bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Li navçeya Dirbêsiyê Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma bîranîna 8 şehîdên meha Şibatê ku li deverên cuda şehîd bûne, lidar xist.

Merasîma bîranînê li navenda Çand û Hunerê ya navçeyê bi rê ve çû, beşdaran wêneyên şehîdan rakirin û navend bi wêneyên her 8 şehîdan hate xemilandin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pêkir û paşê navên her 8 şehîdan hate xwendin. Navên Şehîdan wiha ne"Kemal Baş(Şerzan), Mezlûm Elî, Hisên Erebo, Çekdar Hiso, Etelah Cerba, Ehmed Şerabîn(Serhed Cudî), Sîpan Osman(Şefger Dirbêsiyê) û Şêxmûs Şêxmûs(Memo)."

Paşê ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Dirbêsiyê Salim Salim axivî û diyar kir ku şehîdan canê xwe di oxira rizgarkirina gelan ji bindestî û zilmê feda kirin.

Merasîm bi sloganên"Şehîd namirin"bi dawî bû.

 (eh)

ANHA