Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo Ocalan li qadan in

Şêniyên kantonên Şehba û Efrînê diyar kirin, ku şewata gireva Îmraliyê isbata siyasetên Tirkiyê yên qirêj e û wiha domandin: "Madam berxwedan û têkoşîna me berdewam e em ê van siyasetan vala derxînin."

Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo Ocalan li qadan in
Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo Ocalan li qadan in
Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo Ocalan li qadan in
Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo Ocalan li qadan in
29 sibat, 2020   13:21
ŞEHBA

Piştî şewata gireva Îmraliyê bi armanca naskirina rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê herêma Efrînê li Şehbayê meşek organîze kirin.

Xwepêşandêr li gundê Wehşiyê yê kantona Şehbayê kom bûn, ciwanan berdilkên reş ku wêneyê rêber Ocalan li ser hebû li ber xwe kirin. Xwepêşandêran her wiha pankartên bi nivîsên"Bimire Erdogan û bi hêrsa malbatên şehîdan em ê agirê gireva Îmraliyê vemirînin."hilgirtin.

Meş ji gundê Wehşiyê ber bi kolanên giştî û kampa Berxwedan ve çûn, xwepêşandêran sloganên"Na ji tecrîda li dijî Rêber Ocalan û azadî ji Ocalan re."berz kirin.

Meş  li kampa Berxwedan veguhirî mîtîngê, paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Şaziya Îbrahîm axivî û bal kişand ser bûyera şewata gireva Îmraliyê. Şaziya wiha pê de çû: "Heke şewata li gireva li Îmraliyê bandor li Rêber Ocalan kiribe, em ê tolê hilînîn û beramberî siyasetên Erdogan ên li dijî rêbertî bê deng nemînin."

Şaziya îşaret bi binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî rêbetî kir û wiha domand: "Ji beriya çend salan ve dewleta Tirk li dijî rêbertî binpêkirinan dimeşîne, lê belê tu carî rêbertî xwe radestî dewleta Tirk nekir, ev şewat jî beşek ji siyasetên Tirkiyê yên qirêj e, lê em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe van siyasetan vala derxînin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê Kantona Şehbayê Mihmed Welo axivî û got: "Deqa gel bi bûyera şewata gireva Îmraliyê bihîst, yekser daketin qadan û li dijî siyasetên dewleta Tirk a faşîst derketin.

Mihmed di dawiya axaftina xwe de tecrîda li dijî Ocalan şermezar kir û wiha amaje kir: "Tecrîda li dijî rêbertî tê wateya dûrxistina gel ji rêbertî û terka fikirê rêbertî ye, lê belê em vê tecrîdê şermezar dikin û piştrast dikin, ku em ê dûrî rêbertî û fikirê rêbertî nekevin."

Meşa bi şewata wêneyê serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan û sloganên"Na ji tecrîda li dijî Ocalan"bi dawî bû.

(eh)

ANHA