'Xwedîderketina li rêber Ocalan xwedî derketina li îrade û pêşeroja azad e'

Weqfeya Jinên Rewşenbîr got: "Em ji bo gelê Kurd û mirovahiyê bangawaziya xwedîderketina  li rêberê netewî derbikevin , xwedîderketina li rêber Ocalan derketin, xwedî derketina li îrade û pêşeroja azad e."

'Xwedîderketina li rêber Ocalan xwedî derketina li îrade û pêşeroja azad e'
29 sibat, 2020   13:07
QAMIŞLO

Ji 27`ê Sibatê ve piştî şewata ku li Îmraliyê pêk hat şêniyên Qamişlo çalakiyan li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û barê Penberan a Netewyên Yekbûyî (NY) li dar dixin.

Îro şêniyên navçeya Amûdê tevlî konê çalakiyê bûn.

Di bin kon de, Endamê Meclisa Navçeya Amûdê  Mihemed Çolî axivî û got: " Em wek gelê kurd van kiryarên vî rengî li ser rêbertiya me tê meşandin qebûl nakin, em dibêjin tu carî win nikarin me dûrî serokatiya me bixin"

/kr/uploads/files/2020/02/29/130935_-dsc_0115.webp

Paşê li pêşiya konê çalakiyê, Weqfeya Jinên Rewşenbîr daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Weqfeya Jinên Rewşanbîr Ahîn Mihemed ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em wek Rabîteya Jinên Rewşenbîr, tecrîda girankirî ya ku demekî dirêj e li ser rêbertiya me bi awayekî hovane tê meşandin şermezar dikin. Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku nehêle rêbertiya me bi awayekî azad nêrîn û pêşniyariyên xwe bi raya giştî re parve bike. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku  dema rêber Apo bi awayekî azad nêrînên xwe yê di derbarê kaosa ku mafe jiyanê ji mirovatiyê re nehiştîye bi raya giştî re parve bike wê ev nerîn û pêşniyar  di Rojhilata Navîn de  derîyê aramî û çareserîyê veke.

Dewleta Tirk a ku hemû siyaseta xwe li ser kaosê dayî avakirin û hebûna xwe di tunebûna gelê Kurd de dibîne û di encama vê de jî hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd dayî avakirin naxwaze kes van nêrînên rêbertiyê zanibe û ji van nêrînên rêbertiyê ditirsê.

Di heman demê de rêbertî dixwaze pirsgirêka Kurd li raya giştî ya cîhanê bide nasîn. Gelê Kurd jî dixwaze wekî gelên din ên cîhanê bi nasnameya xwe ve bi awayekî azad jiyan bike. Gelê Kurd jî xwedî nasname, dîrok û çand e. Lê belê dewleta Tirk a dagirker hertim xwest ji raya derve re bide diyarkirin ku ev pirsgirêkekî navxweyî ye lê tû caran pirsgirêka Kurd nebûye pirsgirêkekî navxweyî, pirsgirêka Kurd pirsgirêkekî navdewletî ye.

Li hemberî  van polîtîkayên qirêj, qirker, ên înkar û tunekirinê, em wekî Rabîteya Jinên Rewşenbîr tu caran qebûl nakin û vê tecrîda bê exlaq a  hovane li ser rêberê xwe Abdullah Ocalan, wekî tecrîda li ser xwe dibînin.

Li ser vî bingehî em bangî li saziyên pêwendîdar ên navneteweyî jî dikin ku demildest bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û destûr bêdayîn ku parêzer û malbata rêber Ocalan pê re hevdîtinê çêbikin. Ji bo ku em bizanibin rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye, heta ku em rewşa tenduristiya rêber Ocalan nezanin jî em ê navberê nedin çalekiyên xwe û li kolanan bin. Ev erkekî exlaqî û mirovî ye.

Ji ber ku divê baş bê zanîn ku ne bi rêya fikir û ramanên rêber Ocalan be ev pirsgirêkên ku dewletên dagirker kirin girêka kor çareser nabe.

Em ji bo gelê Kurd û mirovatiya pêşketî jî bangawazî dikin ku xwedî li rêberê netewî derbikevin, xwedî derketina  li rêber Ocalan, xwedî derketina li îrade û pêşeroja azad e."

(ekib)

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ppqi5_80X3I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>