Ji Rêveberiya Xweser a Efrînê daxuyaniya têkildarî rewşa Ocalan

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk li dijî Ocalan li gorî qanûnên navndewletî binpêkirin e û rêxistinên hiqûqî û navdewletî rû bi rûyî helwestên şermîn li beramberî pê bawerbûnê dihêle.

Ji Rêveberiya Xweser a Efrînê daxuyaniya têkildarî rewşa Ocalan
29 sibat, 2020   11:40
ŞEHBA

Bi dehan endamên meclis, deste, yekitî û saziyên sivîl li qada kampa Serdem a gundê Til Sosînê yê girêdayî kantona Şehbayê kom bûn ku beşdarî daxuyaniyê bibin, beşdaran pankartên bi nivîsên"Projeya neteweya demokratîk bi tunebûna rêber Apo temam nabe" her wiha wêneyên rêber Ocalan jî hildan.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê daxuyaniyek bi armanca eşkerekirina rewşa tendurisît ya Ocalan piştî şewata li girtîgeha Îmraliyê, weşand.

Daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî ji hêla Endama Rêveber a Desteya Jinan Zelûx Reşîd û Cîgirê Hevserokartiya Meclisa Rêveber Îsrafîl Mistefa ve hat xwendin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/02/29/121930_103356_d8a5d8b3d8b1d8a7d981d98ad984-d985d8b5d8b7d981d989.jpg

Di destpêka daxuyaniyê ev tişt hate gotin: "Aloziya ku rejîmên neteweyî  di sedsala 21’an li Rojhilata Navîn ji bo şerê hebûnê dijîn, bû şerê daqurtandinê li hember her kesên li beramber siyaseta desteserkirin û destpotiyê disekinin, her wiha derbkirina tevgerên azadî, rewşa têkoşîna gelê Kurd bi taybet û derbkirina projeya demokratîk a bi nûnertiya neteweya demokartî ya ku rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk dev ji zêdekirina hovîtî bi rêya rêya binpêkirinên derexlaqî li dijî rêber Ocalan û ferzkirina tecrîdê derneda. Her wiha ev rêbazên derexlaqî û dermirovî li dijî rêber Apo binpêkirinên qanûna navdewletî ya mirovî, mîsaqa ragihandin cîhanî ya mafên mirovan û tevahî peymanên girêdayî wê ne.

Di daxuyaniyê de bal li ser şewata li girtîgeha Îmraliyê hate kişand û ev tişt hate gotin: "Şewata Îmraliyê û daxuyaniya Wezareta Karên Hundirîn  a ku nikarin alîkariyan bi sedema bahozan pêşkêş bikin, jiyana rêber Ocalan û hevrêyên wê dixe nava xeteriyê."

Daxuyanî wiha didome: "Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê berdewama dewleta Tirk a faşîst a binpêkirina rêgezên qanûna navdewletî ya mirovî li dijî rêbertî, şermezar dikin. Bi wê re jî rêxistinên hiqûqî, navdewletî û mirovî dikevin cihê şermînê, yan dê pêbaweriyê ji dest bide û vala bimîne yan jî bi erkên xwe yên qanûn û mirovî rabe."

Di daxuyaniyê de, bang li tevahî etnîk û çînan hat kirin ku bi erkên xwe yên exlaqî, nîştimanî û têkoşînê li dijî siyaseta dewleta Tirk a faşîst li dijî rêber Ocalan rabin.

Di dawiya daxuyaniyê de, ev bang hate kirin: " Em Bang li civaka navdewletî, rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku berpirsiyariyên xwe li hember rêber Ocalan rabin, kedên bi hewldana rizgarkirina jiyana wî ji xeteriyê bidin, tecrîda ferzkirî rakin, divê parêzer û malbata wî bibînin û rewşa tenduristiya Ocalan bê eşkerekirin."

Daxuyanî bi diruşmên bijî berxwedana Îmraliyê û şermezarkirina binpêkirinên desthilatên Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA