Bi armanca danasîna 8 Adarê mamosteyên Helebê li hev civiyan

Bi armanca danasîna Roja Jinên Cîhanî, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li bajarê Helebê civînek ji mamosteyan re lidar xist.

Bi armanca danasîna 8 Adarê mamosteyên Helebê li hev civiyan
Bi armanca danasîna 8 Adarê mamosteyên Helebê li hev civiyan
Bi armanca danasîna 8 Adarê mamosteyên Helebê li hev civiyan
Bi armanca danasîna 8 Adarê mamosteyên Helebê li hev civiyan
29 sibat, 2020   12:38
HELEB

Civîn li Dibistana Şehîd Alan Mihemed a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê, li dar ket.

Di civînê de Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk  Denîz Afrîn îşaret bi girîngiya 8`ê Adarê kir û da zanîn ku 8`ê Adarê sembola têkoşîna jinan e, ji ber vê yekê hemû jinên cîhanê vê rojê pîroz dikin.

Denîz wiha axaftina xwe domand: "Bi armanca xwedîlêderketina komkujiya der heqê jinên di kargehan de dixebitîn û zilim li wan dibû, em vê rojê bi bîr tînin. Jinan banga mafên xwe dikirin û di encamê de zêdetirî 100 jinî  jiyana xwe ji dest dan." Denîz da zanîn ku bûyera 8`ê Adarê bandor li tevgerên jinên têkoşer ên li cîhanê kir û paşê têkoşîna jinan li  tevahiya cîhanê belav bû.

Denîz Afrîn anî ziman ku rêber Ocalan bi rêya dahurandina dîroka jinê piştrast kir, ku jin bi têkoşîna xwe dixwazin azadiya xwe misoger bikin, ji ber vê yekê di pêvajoya salan de li heqîqeta xwe digeriyan û di oxira vê yekê de berdêl dan.

Denîz Afrîn di dawiya axaftina xwe wiha bi lêv kir: "Fikirê rêbertî nasnemaya jinan azad da hemû jinan, rêya têkoşîna jinan diyar kir û piştrast kir ku divê jina Kurd pêşenga hemû jinên cîhanê be."

Civîn bi sloganên"Şehîd namirin û bijî berxwedana jinan"bi dawî bû.

eh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rkeV2WQiHdw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>