Şêniyên Minbicê bi daxuyaniyekê banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan kirin

Der barê şewata li gireva Îmraliyê de şêniyên bajarê Minbicê daxuyanî dan û banga eşkerekirina rewşa tenduristiya rêber Ocalan kirin.

Şêniyên Minbicê bi daxuyaniyekê banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan kirin
29 sibat, 2020   11:59
MINBIC

Ji ber şewata li gireva Îmraliyê ya ku rêber Ocalan tê de dîlgirtiye, hêrsa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabû û bi yek dengî banga eşkerekirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan kirin.

Şêniyên bajarê Minbicê bi daxuyaniyekê bûyera şewatê şermezar kirin û bang li rêxistinên mafnas û mirovî  kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin û bihêlin parêzer bi Ocalan re bicive.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a faşîst 27-2-2020`an agir bi gireva Îmraliyê xist, ev jî tê wateya îşkencekirina rêbertî û hîn zêdetir tecrîdê li ser rêberê neteweyî Abdullah Ocalan bide meşandin.

Em jî wekî şêniyên bajarê Minbicê bi hemû pêkhate xwe ve vê kiryara dermirovî û kiryarên hovane şermezar dikin û dibêjin, ku armanca van kiryaran şikandina vîna gel û tunekirina fikirê demokratîk e, lewma em bang li cîhanê û rêxistinên mirovî û mafnasî dikin, ku zextê li ser dewleta Tirk bikin, da ku kiryarên hovane û dermirovî rawestîne. Her wiha bihêle parêzer bi rêbertî re bicive, rewşa tenduristiya rêbertî were eşkerekirin û rewşa girtiyên ber çavan re derbas bikin.

Di dawiyê de em dibêjin, azadî ji rêberê mirovahiyê û mîmarê projeya neteweya demokratîk re."

(eh)

ANHA