Bi armanca eşkerekirina tenduristiya Ocalan bi hezaran efrînî daketin qadan

Îro bi hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê daketin qadan û bang li kifşkirina tenduristiya rêber Abdullah Ocalan kir. Xwepêşandêran soza berdewama têkoşîn û berxwedanê da.

Bi armanca eşkerekirina tenduristiya Ocalan bi hezaran efrînî daketin qadan
Bi armanca eşkerekirina tenduristiya Ocalan bi hezaran efrînî daketin qadan
Bi armanca eşkerekirina tenduristiya Ocalan bi hezaran efrînî daketin qadan
Bi armanca eşkerekirina tenduristiya Ocalan bi hezaran efrînî daketin qadan
Bi armanca eşkerekirina tenduristiya Ocalan bi hezaran efrînî daketin qadan
Bi armanca eşkerekirina tenduristiya Ocalan bi hezaran efrînî daketin qadan
Bi armanca eşkerekirina tenduristiya Ocalan bi hezaran efrînî daketin qadan
Bi armanca eşkerekirina tenduristiya Ocalan bi hezaran efrînî daketin qadan
Bi armanca eşkerekirina tenduristiya Ocalan bi hezaran efrînî daketin qadan
28 sibat, 2020   13:44
ŞEHBA

Îro bi însiyatîfa Kongreya Star bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li kantona Şehbayê daketin qadan û banga sehkirina rewşa Ocalan kir. Meşê ji têketina navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dest pê kir.

Xwepêşandêran wêneyên Ocalan rakirin û piştrast kir ku ew ê terka fikrên Ocalan nekin. Xwepêşandêran her wiha pankartên bi zimanê erebî û bi zimanê kurdî hatibûn nivîsandin rakirin.

Xwepêşandêr li kolanên sereke yên navçeya Ehdas geriyan û ber bi gundê Mirata yê kantona Şehbayê ve çûn.Xwepêşandêran sloganên şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan berz kirin û banga azadiya rêbertî kirin.

Li gundê Mirata meş veguherî mîtîngê û li ser navê Kongreya Star a Kantona Efrînê Sureya Hebeş axivî. Sureya soza berdewama têkoşîna di oxira azadiya rêbertî de da û wiha pê de çû: "Selametiya Rêber Ocalan ji bo me girîng e, lewma em daketin kolanan û banga eşkerekirina tenduristiya rêbertî dikin, li gel vê yekê heta rêbertî ji girtîgeha Îmraliyê rizgar bibe dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Sureya diyar kir, ku divê gelên Kurdistanê û cîhanê pêk ve ji bo rêbertî dakevin qadan, ji ber rêber Ocalan em ji kirîzan xelas kirine.

Her wiha ser navê Yekîtiya Jinên Azad ên kantona Şehbayê Melik Hisên axivî û wiha anî ziman"Komployê li dijî rêbertî hêj berdewam in, ji beriya 2 salan ve tecrîd li dijî Rêber Ocalan daye ferzkirin, ev jî isbata komployên navdewletî yên li dijî rêbertî û li dijî gelan e.

Melik bêdengiya navdewletî beramberî tecrîda li dijî Ocalan şermezar kir û bang li welatiyan kir, ku asta têkoşîna xwe bilind bikin, dakevin qadan û çalakiyên li dar bixin.

(eh)

ANHA