Xwepêşandêrên li ser sînorê Tirkiyê: Destên dirêjî Rêbertî bibin em ê bişikînin

Bi sedan şêniyên navçeyên Dirbesiyê û Zirganê meşek li dar xist û bang li rêxistinên mirovan kir ku rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin û wiha got "Em heta rewşa rêber Ocalan nas nekin, dê çalakiyên me dewam bikin."

Xwepêşandêrên li ser sînorê Tirkiyê: Destên dirêjî Rêbertî bibin em ê bişikînin
Xwepêşandêrên li ser sînorê Tirkiyê: Destên dirêjî Rêbertî bibin em ê bişikînin
Xwepêşandêrên li ser sînorê Tirkiyê: Destên dirêjî Rêbertî bibin em ê bişikînin
Xwepêşandêrên li ser sînorê Tirkiyê: Destên dirêjî Rêbertî bibin em ê bişikînin
28 sibat, 2020   14:05
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeyên Dirbesiyê û Zirganê yên girêdayî kantona Hesekê û endamên saziyên civaka sivîl, rûspiyên eşîran û partiyên siyasî yên Kurd li Dirbesiyê meşek organîze kir.

Meşê li pêş Navenda Ciwanan dest pê kir û li hember sînorê Tirkiyê-Sûriyê rawestî. Meşvanan wêneyên Ocalan û pankartên "Dê destên dirêjî Rêbertî bibin, bişikînin", "Azadî ji bo rêber Ocalan" û "Bang li parêzeran dikin ku bi lezgînî serdana Îmraliyê bikin" hildan.

Di meşê de hevserokê PYD’yê yê Dirbesiyê Suleyman Xelîl axivî û wiha got: "Tu kes nikare fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan tarî bike. Çi qas komplo û binpêkirin li dijî gelê me pêk anîn dê bi azadiyê bang bikin û dê li kolan û qadan bin heta ku rewaşa tenduristî ya Rêbertî bizanin."

Xelîl îşaret pê kir ku şewata ku duh rû daye berdewama komploya 15’ê Sibatê ya ku li dijî rêber Ocalan bi beşdariya navdewletî pêk hatiye.

Bi navê Kongreya Star a Dirbesiyê Ebîr Hesen axivî, komplo û siyasetên dewleta Tirkiyê yên li dijî rêber Ocalan şermezar kirin û wiha got: "Em ranawestin heta ku agahiyekê li ser rêber Ocalan bibihîzin."

Meş bi dirûşmên azadiya rêber Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mFFLW6t2qYs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>