Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê banga eşkerekirina rewşa tenduristiya Ocalan kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang li hikumeta Tirkiyê kir ku yekser raporekê der barê tenduristiya Ocalan de pêşkêş bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê banga eşkerekirina rewşa tenduristiya Ocalan kir
28 sibat, 2020   13:40
KOBANÊ

Duh sibehê şewateke mezin li girava Îmraliyê ku tê de rêber Ocalan dîgirtî ye, rû da. Di encamê de şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê bertek nîşan dan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Fiartê bi beşdariya bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, endamên Rêxistina Mafên Mirovana li pêş navenda rêxistinê ya li bajarê Kobanê tevî hildana wêneyên Ocalan, daxuyaniyek weşand.

Hevseroka rêxistinê daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk di binpêkirinên xwe yên hovane yên li dijî siyasetmedarê Kurd rêber Ocalan ku ji 21 salan ve di girtîgeha Îmraliyê de girtî ye, berdewam e. Her wiha dewleta Tirk tecrîd û qedexekirina dîtina parêzeran a Rêbertî ferz kiriye, nahêle malbata Rêbertî jî serdanê pêk bîne. Piştî agahiya şewata li girava Îmraliyê hatiye ku bi wê re jiyana rêbertî dixe xeteriyê, her wiha hikumeta Tirkiyê tenduristiya rêbertî aşkera nekir.

Em wek Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedar Abdullah Ocalan şermezar dikin û bang li hikumeta Tirkiyê dikin ku yekser raporekê li ser rewşa tenduristî ya Rêbertî pêşkêş bikin.

Em bang li rêxistinên mafên mirovan  ên cîhan, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û civaka navdewletî dikin fişarê li hikumeta Tirkiyê bikin da ku tenduristiya rêbertî aşkera bike û tecrîdê bi dawî bike."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KuKGctJqOHE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>