Bernameya siyasî ya PYD`ê hate erêkirin

Delegeyên kongreya PYD`ê ya 8`emîn ku li bajarokê Rimêlanê ve bi rê ve diçe, bernameya siyasî ya partiyê erê kir.

Bernameya siyasî ya PYD`ê hate erêkirin
25 sibat, 2020   14:10
QAMIŞLO

Duh bi dirûşma "Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê bi dawî bikin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" kongreya 8`emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarokê Rimêlanê dest pê kir.

Di roja duyemîn a kongreyê ve piştî delegeyan bernameya siyasî yê PYD`ê nîqaş kir, bername hate erêkirin.

Di bernameya siyasî de behsa doza kurdî li Rojhilata Navîn hat kirin û wiha hat diyarkirin: "Nexşerêya siyasî li Rojhilata Navîn ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hat xêzkirin, sînorên wê bi armanca avakirina dozên ku herî kêm sed salan dewam bikin, hatin diyarkirin. Peymana Qesrî Şîrîn a sala 1639`an di navbera dewleta Safewî û Osmanî de û Peymana Sykes-Picot sala 1916`an li ser esasê parçekirina Kurdistanê hatin îmzekirin û Kurdistan parçe kir û nêrîna partiyê di destûra nû ya Sûriyê de hate girtin.”

Bernameya siyasî her wiha îşaret bi van pîvanên partiyê kir; bingehgirtina têgehên bingehîn ên partiyê, armancên siyasî, civakî û aborî, parastina mafên mirvoan, adalet civakî ya li Sûriyê û avakirina têkiliyan.

Niha jî rêziknameya partiyê tê xwendin û tê payîn ku were nîqaşkirin û paşê hilbijartinên diyarkirina hevserokan û meclisa giştî ya partiyê li dar bikevin.

(eh)

ANHA