Lavrov: Agirbesta bi terorîstan tê wateya teslîma terorîstan

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov şîretên der barê agirbesta bi çekdarên li Idlibê re wekî teslîmbûna terorîstan nirxand.

Lavrov: Agirbesta bi terorîstan tê wateya teslîma terorîstan
25 sibat, 2020   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Lavrov di Meclisa Mafên Mirovan a NY`yê de axivî û got: "Divê civaka navdewletî û komîteya mafên mirovan sînorekî ji her du aliyên serîhildane re deyne, heta niha dixwazin hincetan ji komên tundew û terorîstan re bibînin.

Heke ne wiha be dê zehmet be hevpeyman der barê agirbesta bi terorsîtan re were mohrkirin, anku wekî nîqaşa der barê rewşa Idlibê be. "

Lavrov anî ziman ku kiyarên wiha wekî mafên mirovan nayên hesibandin, lê "Radestkirina terorîstan e", her wiha hevpeyman û biryarên navdewletî yên Meclisa Ewlekariya Navdewletî binpê dike.  

Lavrov di demên derbasbûyî de gotibû ku Tirkiyê hevpyemanên têkildarî rewşa Idlibê bin pê kir û Rûsya dê li dijî jinavbirina terorîstên li Idlibê derbikeve.

(eh)