Şêniyên Şêrawa binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan şermezar kirin

Şêniyên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku bi erkên xwe rabin û sînorekê ji van binpêkirinan re deynin.

Şêniyên Şêrawa binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan şermezar kirin
25 sibat, 2020   13:38
ŞEHBA

Meclisa navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê civatek li Kampa Vegerê çêkir ku tê de bi dehan şênî, endamên meclis û saziyên sivîl amade bûn ku bombebaranên bêserûber ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku gundên navçeyê hedef digirin, şermezar bikin.

Di civatê de daxuyaniya ku şêniyan weşandiye, endamê meclisa navçeya Şêrawa Evîn Oso xwend.

Di daxuyaniyê de, kiryarên dermirovî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin, hatin şermezarkirin. Her wiha ev binpêkirin sûcên şer in û li dijî mirovahiyê ne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku herêmên Şêrawa û Şehbayê bê navber û bê ser û ber da ku sivîl neçar bibin ji malên xwe koçber bibin û herêm bê valakirin ku guhartina demografî pêk bînin, tên topbarankirin. Di encama topbaranan de bi dehan kuştî û birîndar jê jin, zarok û kalepîr hene.

Şêniyan piştrast kir dê parastina xak û rûmeta xwe bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de şêniyên Şêrawa bang li tevahî rêxistinên mafên hiqûqî, mirovî, sivîl û NY’yê û tevahî dewletên ku endamên van rêxistinan in, kir ku bi erkên xwe yên mirovî, exlaqî û qanûnî li beramberî gelê wan û tevahî gelên herêmê rabin, her wiha dewleta Tirk a dagirker neçar bikin ku yekser ji tevahî xakên ku dagir kirine, vekişe û tevahî sûcên li dijî gelê Sûriyê pêk anîne, bên lêpirsîn û garantiya koçberên Efrînê bê kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ViSRQKIknAc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>