Dergehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê tedbîran digirin

Desteya Hundirîn bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo ku vîrusa Korona derbasî herêmê nebê, tedbîrên pêwîst girtin.

Dergehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê tedbîran digirin
Dergehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê tedbîran digirin
25 sibat, 2020   13:38
QAMIŞLO

Piştî xetereyên belavbûna vîrusa Koronayê li Rojhilata Navîn, Desteyên Hundirîn û Tenduristiyê ji bo rewşên ku tê texmînkirin ên vîrusa Koronayê ne, tedbîrên taybet girtin.

Di vê der barê de, rêveberê têkiliyên Dergeha Sêmalka Baz Ehmed wiha ji ajansa me ANHA`yê re got: "Komîteyeke Desteya Tenduristiyê îro serdana dergehê kir û di çarçoveya tedbîrên ji bo pêşîgiritina têketina nexweşên vîrusa Koronayê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cîhaz û pêdiviyên taybet pêşkêş kirin."

Ji îro ve li dergehê tedbîrên pêwîst hatin girtin ku kesên ji Başûrê Kurdistanê tên, bi rêya cîhazê kontrola pileya germahiya laşe wan tê kirin. Ehmed di dewama axaftina xwe de wiha got: "Ev tedbîr niha li tevahî dergehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên girtin."

Li herêmê Firatê jî Desteya Teduristiyê hemleyeke hişyariyê da destpêkirin û belavokên li ser çawaniya parastina ji vîrusa Koronayê, her wiha pênasekirina vîrusê û îşaretên wê, belav kirin.

Ta niha tu nexweşxane û navendên tenduristiyê li herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu rewşên vîrusa Korona ranegihandine.

Sêşemê, li Iraqê 4 rewşên nû yên vîrusa Koronayê habtibûn eşkerekirin.

Li Rojhilata Navîn, Îran bûye navenda vîrusa Koronayê û piştî Çînê dewleta duyemîn e ku hejmareke zêde ya miriyên ji ber vîrusê tespît kirine. Li Îranê 12 kesan jiyana xwe ji dest da û 61 kes nexweş in.

Her wiha li gelek dewletên Kendavê nexweşên vîrusê hatin tespîtkirin ku piraniya wan Îranî bûn an jî welatiyên li Îranê diman, bûn. Heta niha li Kiwêtê 8, li Behreynê 8, li Umanê 2 û 13 rewşên vîrusê li Îmaratê, hatine tespîtkirin.

(cx)

ANHA