2 firoşkarên dermanên sexte hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 firoşkarên dermanê Tempra ya sexte li bajarê Qamişlo girtin, her wiha 2 depo jî hatin desteserkirin.

2 firoşkarên dermanên sexte hatin girtin
25 sibat, 2020   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku di rojên dawîn de agahî ji şêniyan hatin ku rewşa tenduristiyê ya zarokên wan bi birina cureyek ji dermanan ne baş bûye, Gerînendetiya Tenduristiyê ya Kantona Qamişlo giştînameya der barê girtina tevahî dermanên Tempra yên sexte, belav kir ku ne li gorî detayên tenduristî û bijîşkiyê ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 firoşkarên ku ev derman li ser dermanxaneyan belav dikirin, girtin û her wiha 2 depoyên çêkirina heman dermanî li bajarê Qamişlo desteser kirin.

Di vî warî de hêzên asayîşê diyar kir ku madeyên di vî dermanî de ne li gorî yên eslî ne, her wiha ev qutî bi madeyên kîmyewî tevî boyaxan bi hedefa guhartina rengê wê ku tu şibhet neçin ser, hatine dagirtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şênî agahdar kirin ku beriya ku dermanan bidin zarokên xwe, hişyar bin. Her wiha li aliyekî din jî xebatên lêkolîn û lêgerînê bi armanca gihîştina endamên din ên vê komê berdewam e da ku tevahî dermanên ku zirarê digihînin zarokan, bigirin. Li aliyekî din jî da ku bigihîjin aliyên ku piştgiriyê didin vê kom an jî şebekeyê, bigirin.

Komîteya Tenduristiyê ya Til Hemîsê îro hejmarek ji dermanên Tempra yên sexte li dermanxaneyên navçeyê girtin.

(fr)