‘Rejîmê 2 nuqteyên Tirkiyê li Idlibê kirin armanc’

Torên çapemeniyê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê 2 nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk li bejahiya Idlibê, bi balafiran hedef girtin û bi dehan moşekan topbaran kirin.

‘Rejîmê 2 nuqteyên Tirkiyê li Idlibê kirin armanc’
25 sibat, 2020   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Skynewsê li ser zimanê çavkaniyên meydanî ragihand ku rejîmê nuqteya çavdêriyê ya dewleta Tirk li naverasta balafirgeha Teftenaz a leşkerî ya li rojhilatê Idlibê, bombebaran kir.

Skynewsê da zanîn ku hêzên rejîmê bi zêdetirî 50 moşekan nuqteya çavdêriyê ya dewleta Tirkiyê ya li gundê Şenan a li Cebel El-Zawiyê ya li bejahiya başûrê Idlibê hedef girt û di encamê de gelek alavên dewleta Tirk hatin rûxandin.

Ev bombebaran û topbaran piştî ragihandina Kremlînê ku tu axaftina der barê nîqaşên bi telefonê yên dualî di navbera Pûtîn û Erdogan de li ser Sûriyê tune ne, pêk hatin.

Hêzên rejîmê duh 10 herêmên li başûrê Idlibê serwer kirin û di encamê de hin leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndarkirin.

(fr)