Bernameya siyasî ya PYD’ê tê nîqaşkirin

Kongreya 8`emîn a PYD`ê li bajarokê Rimêlan ê girêdayî kantona Qamişlo ji dezgehên çapemeniyê re girtî, dewam dike. Di roja duyemîn de raporên partiyê û bernameya siyasî hatin xwedin. Tê payîn ku piştî nîvro nîqaşên bernameya siyasî bên kirin

Bernameya siyasî ya PYD’ê tê nîqaşkirin
Bernameya siyasî ya PYD’ê tê nîqaşkirin
25 sibat, 2020   12:34
QAMIŞLO

Duh bi dirûşma "Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê bi dawî bikin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin"  kongreya 8`emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarokê Rimêlanê dest pê kir. 600 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê, her wiha nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk, Desteya Koordînasyona Nîştimanî-Tevgera Guhertinê, Partiya Yekitiya Suryanî, Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên siyasî û civakî, nûnerên partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên rêxistinên jinan û ciwanan, eşîrên Kurd û Ereban tevî hejmareke rewşenbîr û akademîsyenan, beşdarî kongreyê bûn.

Di roja duyemîn a kongreyê de, piştî ku nîqaşkirina rapora Meclisa Giştî ya PYD`ê û rapora Meclisa Jinan û raporên buroyên partiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ewropa û Başûrê Kurdistanê, beşdaran dest bi xwendina bernameya siyasî ya partiyê kir û dê bi awayekî berfireh bê nîqaşkirin. Tê payîn ku piştî nîvro sîstema hundirîn bê xwedin û nîqaş li ser bê kirin.

Di bernameya siyasî de behsa doza kurdî li Rojhilata Navîn hat kirin û wiha hat diyarkirin: "Nexşerêya siyasî li Rojhilata Navîn ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hat xêzkirin, sînorên wê bi armanca avakirina dozên ku herî kêm sed salan dewam bikin, hatin diyarkirin. Peymana Qesrî Şîrîn a sala 1639`an di navbera dewleta Safewî û Osmanî de û Peymana Sykes-Picot sala 1916`an li ser esasê parçekirina Kurdistanê hatin îmzekirin û Kurdistan parçe kir. Ev jî ji ber cihê stratejîk ê Kurdistanê ku di hevsengiyên herêmî de xwedî bandoreke mezin e."

Bernameya siyasî her wiha îşaret bi van pîvanên partiyê kir; bingehgirtina têgeha neteweya demokratîk, xebatên lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya Kurdistanê, xebatên ji bo azadkirina rêber Ocalan û girtiyên siyasî, xebatên pêkanîna yekitiya nîştimanî û mayîndekirina wê li Rojava.

Di bernameyê de gelek pîvanên din ên PYD`ê der barê doza kurdî li Sûriyê û nêrîna partiyê ji bo destûra Sûriyê ya nû û bingehên partî, armanc û pîvanên wê, hatin destnîşankirin.

Tê payîn ku nîqaş li ser bernameya siyasî ya partiyê piştî nîvro pêk bên.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uiRj8GTeJ10" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>