Kongreya Star bi boneya 8 Adarê rêzecivînan li dar dixe

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Kongreya Star şaxê kantona Kobanê dest bi amadekariyan kiriye.

Kongreya Star bi boneya 8 Adarê rêzecivînan li dar dixe
25 sibat, 2020   13:30
KOBANÊ

Kongreya Star li taxên Şehîd Beyman, Botan Xerbî û Xebatkar ên bajarê Kobanê rêzecivîn li dar xist. Civîn bi beşdariya bi dehan jinên ji taxê bi rê ve çû.

Di civînê de endama rêveberiya Akademiya Şehîd Şîlan Bêrîvan Cuma axivî û got: "Ji ber jin li dijî newekheviya di navbera jin û mêran de derketin, 8’ê Adarê tê pîrozkirin.”

Her wiha endama Navenda Lêkolînên Jenolojiyê şaxê bajarê Kobanê Dîcle Heyder îşaret bi berdêlên jinan di oxira bidestxistina mafên xwe de dane kir û da zanîn ku 8`ê Adarê mîrateya bi hezaran jinên siyasetmedar, rewşenbîr û karker e, anku mîrateya jinên li dijî hişmendiya desthilatdariyê derketin û hin mafên xwe bi dest xistin.

Dîcle bal kişand ser şoreşa Rojava û destnîşan kir ku jinan di şoreşa Rojava de di hemû qadan de roleke sereke lîst û gihaşt vê astê. Dîcle Heyder di dawiya axaftina xwe de banga bilindkirina asta têkoşîna li dijî hişmendiya desthiladariyê kir.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qHqHRKrNMhw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>