Şêniyên Efrînê: Ji bo azadiya Ocalan em ê newestin û ranewestin

Şêniyên kantona komploya navneteweyî  ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsyartiyên  xwe yên exlaqî û mirovî li hemberî Rêber Ocalan pêk bînin.

Şêniyên Efrînê: Ji bo azadiya Ocalan em ê newestin û ranewestin
15 sibat, 2020   15:43
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberî Şehbayê bûne  ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku ket sala xwe ya 21‘an meşeke girseyî li navçeya Fafînê ya Şehbayê lidar xistin.

Hejmarek kesên ku beşdarî meşê bibûn, nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Nûrî Hesen: Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen daketin qadan û komploya navneteweyî ya li dijî rêveberê demokrasiyê Abdullah Ocalan şermezar bikin.

Ocalan banga azadiya hemû gelan dike. Em li hev kombûne  da ku banga azadiya Ocalan bikin û jî cîhanê re îsbat bikin ku em komplo û hewldanên tarîkirina roja me red dikin. Em ê vê rojê bikin roja azadî û aştiyê. Bila Erdogan nas bike ku ew nikara îradeya gelê ku fikirê demokratîk û biratiya gelan esas digre, bişkîne.

Muna Elî: Em vê komployê şermezar dikin, heta azadiya Ocalan ji girtîgeha faşîst a Tirkiyê li ber xwe bidin.

Şiyar Ehmed: Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku Ocalan azad bikin. Em ji  dewletên komploger re dibêjin ku fikir û felsefeya Rêbertî mayînde ye û di nava hemû gelan de belav bûye û dibêjin her tiştek ku jiyana Rêber Ocalan bixe xeteriyê rêxistinên mafên mirovan jê berpirsyar in.

Medya Necar: Ji bo Rêber Ocalan ê ku ev  21 sal in di girtîgeha faşîzma Tirk de girtî ye dimeşin. Em ranawestin û na westin em ê beşdarî hemû çalakiyên ji bo azadiya Ocalan bibin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/E392zWUYh2k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>