Li Kobanê bi hezaran kes banga azadiya Ocalan kirin

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê bi meşeke bi heybet salvegera 21`emîn a komploya navneteweyî şermezar kirin û banga azadiya Ocalan kirin.

Li Kobanê bi hezaran kes banga azadiya Ocalan kirin
Li Kobanê bi hezaran kes banga azadiya Ocalan kirin
Li Kobanê bi hezaran kes banga azadiya Ocalan kirin
Li Kobanê bi hezaran kes banga azadiya Ocalan kirin
15 sibat, 2020   14:42
KOBANÊ

Di ser dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan re bi destê dewleta Tirk 21 sal derbas bûn. Piştî lihevkirineke navdewletî ya berfireh bi Tirkiyê re, dewleta Tirk Ocalan bir girtîgeha Îmraliyê.

Weke îroj sala 1999`an li balafirgeha paytexta Kînya Nîrobî, Ocalan hat girtin. Îro bi boneya salvegera 21`emîn a girtina Ocalan bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin kolanan û komplo şermezar kirin her wiha banga azadiya Ocalan kirin.

Li kantona Kobanê zêdetirî 5 hezar kes li qada Jina Azad kom bûn û heta dawiya kolana 48`an li ser rêya Kobanê-Helincê meşiyan.

Şêniyên bajarê Kobanê û gund û navçeyên wê her wiha endam û rêveberiyên saziyan, partiyên siyasî û kesayetên Civaka Sivîl beşdarî meşê bûn.

Meşvanan pankertên bi nivîsên "Bê serok jiyan nabe", "Şêniyên Kobanê tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin" û "Kes nikare roja me tarî bike" rakirin.

Meş li dawiya kolana 48`an sekinî. Piştre hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokraîtk a herêma Firatê Ebd El-Rehman Dummer axivî û ji bo azadkirina Ocalan ji girtîgeha Îmarliyê, banga yekitiyê kir.

Dummer wiha got: "Komploya ku li dijî rêbertî hat birêxistinkirin, ne tenê şexsê wî kir hedef. Lê belê armanca wê tunekirina tevgera siyasî ya gelê Kurd bû û astengkirina gelên Kurd da ku nikaribe xwe bi xwe bi rêve bibe, her wiha da ku bikaribe ji bin serweriya dewletên ku wan hikum dikin derkeve."

Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk a herêma Firatê Sara Xelîl got gelê Kurd êdî bi zihniyeta lawaz tevnagere û destnîşan kir ku Kurd xwedî hêz û îradeyeke xurt in û ti hêz nikare meşa wan a ber bi azadiyê û rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan ve, rawestîne.

Sara wiha dewam kir: "Di dema şerê Girê Spî û Serêkaniyê de gotin "Kurd ne ferîşte ne". Belê em ne ferîşte ne, ji ber ku dema em ferîşte bûn we em xwarin û bi saxî bêyî û bê wijdan we em xistin gorê. Lê belê niha em nahêlin ku heman tişt dubare bibin, ji ber ku em xwedî hêz û vîneke xurt in. "

Sara axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em dizanin ku rêbertî çi ji dewletên dijazadî dixwest. Ocalan kesyateke azadîxwaz bû li herêmê û li tevahî cîhanê. Ji ber vê yekê li dijî wî li hev kirin."

Nûnerê Partiya Gelan a Demokratîk li başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz jî axivî û tekez kir ku wî dema bi berxwedana Kobanê bihîstiye ku li cîhanê deng veda, wê demê azadî nas kir.

Nasir Yagiz ku yek ji beşdarên rojiya mirinê ya sala 2019`an bû, wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan, tevahî gelên Rojhilata Navîn kir hedef. Dewleta Tirk beriya 21 salan têkiliya di navbera rêbertî û gel de qut kir. Îro jî piştî 21 salan em dibînin ku gelê Kurd xwe bi xwe bi rêve bir û jiyaneke azad û bi rûmet dijî."

Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û tecrîda li dijî rêber Ocalan bi dawî bû.

(cx)

ANHA