Rûspiyên eşîrên Şehbayê:  Em hêza xwe ji ramanê Ocalan digirin

Rûspiyên eşîrên kantona Şehbayê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û gotin ku ew fikra demokratîk ji felsefeya rêber Ocalan digirin.

Rûspiyên eşîrên Şehbayê:  Em hêza xwe ji ramanê Ocalan digirin
15 sibat, 2020   14:33
ŞEHBA-MIZGÎN HEMO

Di salvegera 21’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de şêniyên herêma Efrînê bi meşeke girseyî komplo şermezar kirin. Şêniyan gotin kir ku heta rêber Ocalan azad nebe têkoşîn û berxwedanê bernadin.

Ajansa ANHA’yê nêrînên hin rûspiyên eşîrên kantona Şehbayê yên beşdarî meşê bûne, girtin.

Ji rûspiyê eşîra El-Betoşî ya Ereb Îbrahîm El-Elî got, hedefa dewleta Tirk ji vê komployê, dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan e yê ku banga yekitiyê li tevahî pêkhateyan ji Kurd, Ereb û Asûr dike.

Îbrahîm anî ziman ku hemû kes bi doza gelê Kurd re ne ji ber ku Kurd beşekê ji gelê Sûriyê ne û got: "Em bi rêber Abdullah Ocalan serbilid û şahnaz in, dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar dikin."

Ji aliyê xwe ve jî rûspiyê eşîra Weysat a kantona Şehbayê Elî Selame komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye şermezar kir û got, Ocalan rêberê azadî, mirovahî û wijdanê ye.

Selame wiha lê zêde kir: "Rêber Ocalan ronhaiya gelan e û li dora fikir û felsefeya wî tevahî pêkhate kom bûn. Ji ber ku bangî yekparebûnê bê cudahî dike."

Selame wiha bi dawî kir: "Bi vê komployê xwestin fikira projeya demokratîk têk bibin. Lê belê em hêza xwe ji fikir û felsefeya rêbertî digirin. Dê ji bo azadiya rêber têbikoşin û li ser şopa rêber heta pêkanîna azadî û rizgarkirina wî ji girtîgeha Îmraliyê bimeşin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yguPGBkzUpY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>