Piştî binketina dan û standinan Pûtîn û Erdogan girîngiya pêkanîna Peymana Soçiyê mîsoger kir

Kremlînê îro destnîşan kir ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser girîngiya pêkanîna tevahî peymanên Rûsya û Tirkiyê, di nav de jî Peymana Soçiyê, erê kirin.

Piştî binketina dan û standinan Pûtîn û Erdogan girîngiya pêkanîna Peymana Soçiyê mîsoger kir
12 sibat, 2020   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Kremlînê daxuyaniyek da û tê de wiha got: "Her du serokan bi rêya telefonê li ser tevahî aliyên çareseriyê yên li Sûriyê nîqaş kir, ku tê de jî aloziya li herêma bêçek a Idlibê heye."

Kremlînê diyar kir ku her du serokan bi telefonê axivî û îşaret bi girîngiya pêkanîna tevahî peymanên Rûsya û Tirkiyê yên niha ku tê de muzakereya Soçiyê ya 17’ê Îlona 2018’an jî heye, hat kirin wiha lê zêde kir: "Hevdîtina bi telefonê bi însiyatîfa serokkomarê Tirkiyê pêk hat."

Ev jî piştî binketina dan û standinên Rûsya û Tirkiyê ya cara duyemîn der barê şerê li Idlibê de ku di encamê de leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û hêzên rejîmê serwerî li ser herêmên girîng kir, jê jî rêya M5, pêk hat.

(fr)