Piştî binketina dan û standinan, şandeyeke dewleta Tirk diçe Rûsyayê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got "Wê şandeyeke Tirkiyê biçe Moskovê da ku rewşa Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê nîqaş bikin."

Piştî binketina dan û standinan, şandeyeke dewleta Tirk diçe Rûsyayê
12 sibat, 2020   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavuşoglu got: "Wê şandeya Tirkiyê di rojên pêş de, dan û standina der barê Idlibê de bi rayedarên Rûsyayê re li Moskovê pêk bîne."

Çavuşoglu anî ziman ku êrişên li ser Idlibê bûn sedem ku zêdetirî milyonek sivîl dev ji malên xwe berdin û ber bi sînorê Tirkiyê ve biçin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî binketina dan û standinên Rûsya-Tirkiyê li Enqereyê, wê şandeya Tirkiyê biçe Rûsyayê.

(kc)