Erdogan dîsa gef li rejîma Sûriyê xwarin

Dîsa serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gef li rejîma Sûriyê xwarin û jê daxwaza vekişînê ji derdora nuqteyên hêzên wan ên li Idlibê beriya dawiya vê mehê kir.

Erdogan dîsa gef li rejîma Sûriyê xwarin
12 sibat, 2020   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got welatê wî bi israr e ku hêzên rejîma Sûriyê ji derdora nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê beriya dawiya Sibatê vekişin, heke neçar man dê rêbazên bejahî û asîmanî bi kar bînin.

Erdogan wiha lê zêde kir: "Ji bo vê yekê çi pêwîst bike, heta ku bikaranîna rêbazên bejahî û asîmanî jî hatin xwestin, em ê pêk bînin. Dê artêşa rejîma Sûriyê heta li herêmên ku nakevin bin peymana Soçiyê ku li dijî hêzên me êriş pêk hatin, hedef bigirin."

Daxuyaniyên Erdogan piştî binketina dan û standinên Rûsya-Tirkiyê yên nû û der barê kuştina leşkerên Tirk bi guleyên hêzên rejîmê de, pêk hatin. Nakokî di navbera rejîmê ya bi piştevaniya Rûsyayê û dewleta Tirk de li ser paşxaneya serweriya rejîmê li nuqteyên strajîk û rêya M5, zêde bûn.

(fr)