Erkanên Rûsya û rejîmê: Çeteyên Tirkiyê di vê mehê de zêditîr 150 sivîl kuştin

Desteyên erkanê yên Rûsya û rejîmê bi daxuyaniyeke hevpar piştrast kir ku di encama topbaranên çeteyên dewleta Tirk de zêdetirî 150 sivîl hatin kuştin û wiha da zanîn "Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk şantajên xwe berdewam dikin.”

Erkanên Rûsya û rejîmê: Çeteyên Tirkiyê di vê mehê de zêditîr 150 sivîl kuştin
12 sibat, 2020   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteyên erkanê yên Rûsya û Sûriyê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kir ku şantajên bênavber ên ji aliyê komên çete ve hişt ku artêşa Sûriyê bi hedefa garantiya ewlehiyê li herêmên di bin serweriya hikumetê de, êrişan pêk bîne.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Çalakiyên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û komên girêdayî wê kedên ku Rûsya û Sûriyê pêk tîne yên bi hedefa sivikkirina nakokiya li Idlibê, têk birin. Her wiha di encama topbaranên çekdaran de 150 sivîl di meha Çileyê de hatin kuştin."

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku çeteyan mayîn li ser rêyan çandin û korîdorên ku Rûsya û Sûriyê ji bo derketina sivîlan vekirine, girtin da ku sivîl dernekevin.

Piştî bi paşvekişîna çeteyan, artêşa Sûriyê alav û cebilxaneyên malê dewletên rojava dîtin. Ew jî destnîşan dike ku dewletên derve di piştevaniya çekdaran de berdewam in.

Piştî binketina dan û standinên Rûsya-Tirkiyê ya cara duyemîn ên der barê nakokiya Idlibê de, nakokî zêde bûn. Her wiha rejîma Sûriyê serwerî li gelek herêmên li bejahiyên Idlib û Helebê kir û li aliyekî dîtir jî dewleta Tirk di şandina amadekariyên leşkerî li herêmê de berdewam e.

(fr)