Astengdarî li pêş xewna Zehredîn nebû kelem

Zehredîn Abdî ji destê xwe astengdar e, lê ev yek li pêşiya xewna wî nebû kelem. Zehredîn Abdî dest bi hunera wênexêziyê kir û ciwanên jî fêr dike.

Astengdarî li pêş xewna Zehredîn nebû kelem
Astengdarî li pêş xewna Zehredîn nebû kelem
Astengdarî li pêş xewna Zehredîn nebû kelem
12 sibat, 2020   08:55
KOBANÊ

Zehredîn Abdî (22) ji bajarê Kobanê ye, bi hunera şêwekariyê re eleqedar e û ciwanên dilhez jî fêr dike. Abdî beriya artêşa Tirk û çeteyên 2018`an bajarê Efrînê dagir bikin, li peymangeke taybet a Efrînê û Akademiya Şehîd  Herekol a Qamişlo xwend.

Destê çepê yê Abdî astengdar e, lê li pêşiya xewna wî nebû kelem. Abdî dixwaze dîmenên xwezayê yan jî deverên taybet û rewşên din di tabloyên xwe de diyar bike.

Abdî wiha got: “Li Rojava hunera wênexêziyê paşguhkirî ye û di nav ciwanan de ne xwedan girîngî ye, lewma ez bi dil û can karê hunerê dikim û alîkariya dilhezên behreya hunerê dikim.”

Zehredîn Abdî xwedan peymangehe fêrkirina wênexêziyê ye, di heman demê de li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê zarokên fêr dike û behreya wan bi pêş dixe.

Abdî her sibeh diçe Peymangeha Hunera Şêwekariyê. Abdî dema digihîje peymangehê di nava xwendekaran de digere û ramanên xwe di tabloyên xwe de dertîne.

Tabloyên Abdî li Efrînê xêz kirine ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê man.

Abdî ku 75 zarok û ciwanên bajarê Kobanê fêr dike, wiha parve dike: "Armanca min ne qezenckirina pereyan e, lê ji vê zêdetir armanca min; şêwekaran li herêmê bigihînim û pêşangeh werin vekirin."

Abdî di Îlona derbasbûyî  de bi hejmarek ji tabloyên xwe li bajarê Kobanê beşdarî Pêşangeha Hunera Şêwekariyê bû.

Di dawiyê de Zehredîn Abdî anî ziman ku wî derdora 60 tablo çêkirine.

)eh)

ANHA