Pirsgirêka rêyan a taxa Cûdî ya Qamişlo berdewam e

Azarên şêniyên taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo ji ber nebaşiya rêyan berdewam in. Ruxmî ku Şaredariya Gel her tim soza çareseriyê da, lê soz heta niha pêk nehatine.

Pirsgirêka rêyan a taxa Cûdî ya Qamişlo berdewam e
Pirsgirêka rêyan a taxa Cûdî ya Qamişlo berdewam e
Pirsgirêka rêyan a taxa Cûdî ya Qamişlo berdewam e
Pirsgirêka rêyan a taxa Cûdî ya Qamişlo berdewam e
Pirsgirêka rêyan a taxa Cûdî ya Qamişlo berdewam e
12 sibat, 2020   08:33
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN-YARA MIHEMED

Ruxmî ku Şaredariya Gel a Qamişlo bi rêjeya ji sedî 90 ji xebatên xizmetguzarî pêk anîne, lê azarên şêniyan ji ber rêyên şaxî yên xirabe û çopa di nav kolanan de, berdewam in. Her wiha hinek tax jî para xwe ji wan projeyan negirtine. Şênî dibêjin gelo wê heya kengî rê bê zîft bimîne û çop wisa di nav kolana de bimîne?

Şêniyên taxa Cûdî ya ku li navçeya El-Şerqiye li bajarê Qamişlo ji ber ku hinek rêyên şaxî xirabe ne û şaredarî her tim soz dide sererast bike û sozên xwe bi cih nayîne, bi gilî û gazinc in. Şêniyên taxê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.

Sêfdîn Abas malek li taxa Cûdî bi kirê kiriye û wiha got: "Ji ber ku rêya ku ji mala me digihîje kolana sereke herî ye, em zehmetiyan dikişînin. Me li cem Şaredariya Gel a navçeya El-Şerqiye gilî kir lê bê feyde ye. Soz didin û sozên xwe bi cih naynin."

Abas bang li aliyên têkildar kir ku daxwazên wan di ber çavan re derbas bikin. Abas îşaret pê kir ku daxwaza wan ew qas ne mezin e, tenê rê bi kevirên şikandî sererast bikin da ku azarên wan kêm bikin.

Şêniyê bi navê Ebdulbaqî Sofî Yusif ji şêniyên taxa Cûdî ye û diyar kir ku piştî barîna baranê av bi miqdarên mezin kom dibe û herî çêdibe. Ji ber wê çûn û hatina erebeyan asteng dibe. Yusif diyar kir ku şaredarî soz daye wan ku rê di havînê de çêke lê sozên wan bi bayê re çûne. Yusif hêvî kir ku di demeke nêz de daxwazên wan werin cih.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_yh87EhTT4Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>