Li Kobanê mazot dibe sedema sereke ya paşdemayîna rewşa çandiniyê

Di salên dawîn de li Kobanê ji ber buhayê semadê û kêmbûna mazotê, çandiniya avî kêm bû.

Li Kobanê mazot dibe sedema sereke ya paşdemayîna rewşa çandiniyê
Li Kobanê mazot dibe sedema sereke ya paşdemayîna rewşa çandiniyê
Li Kobanê mazot dibe sedema sereke ya paşdemayîna rewşa çandiniyê
Li Kobanê mazot dibe sedema sereke ya paşdemayîna rewşa çandiniyê
Li Kobanê mazot dibe sedema sereke ya paşdemayîna rewşa çandiniyê
12 sibat, 2020   08:27
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Li bajarê Kobanê hemû pêwîstiyên cotkaran bi cih nabin û tiştên peyda dibin jî buha ne, ev jî bandorê li berhemên çandiniyê dike, lewma di salên dawîn de çandinî bi paş ket.

Cotkarên bajarê Kobanê zehmetiya kêmbûna mazotê dikişînin, ji ber miqdarê heyî têra çandiniyê nake û bandorê li berhemên çandiyê dike.

Endamê Gerînendetiya Çandiniyê şaxê kantona Kobanê Fehed Ebas da zanîn ku ji Îlona 2019`an heta 30 Çileya 2020`an 5 ton û 354 lître mazot li cotkaran hatiye belavkirin. Tevî ku miqdarekî baş ji mazotê  hatiye belavkirin, lê dîsa  jî gelek cotkaran li gorî pêwîstiyên xwe mazot wernegirt.

Fehed  Ebas  got Gerînedetiya Sotemeniyê mazot kêm da, ji ber rûbera erdên avî yên  kantona  Kobanê zêde ne. Ebas diyar kir ku donimên werin çandin  diyar  in, lê  piraniya cotkaran biryarê binpê dikin.

Li gorî plana çandiniyê divê ji sedî 25 şolik were çandin û ji sedî 25 bor be û ji sedî 50 genim û ceh werin çandin. Lê heta niha kesî plana çandiyê bi cih neaniye, lewma  cotkar zêde mazotê dixwazin û erdê xwe dikin avî, lê mazot li gorî ruxsetan tê û li gorî plana çandiniyê derketine, tê dayîn.

Cotkar Kamîran Bekir ji gundê Qola yê li rojavayê bajarê Kobanê got wî mazot standiye lê têra erdê wî nake, ji ber 5 hektar genim çandiye. 

Di heman demê de cotkar Abdullah Rehman Hemed ji gundê Talikê wiha anî ziman: "Di mewsimê çandiniyê de mazot bi temamî nehat belavkirin, lewma em bang li aliyên peywendîdar dikin ku vê pirsgirêkê çareser bikin, ji ber bandorê li berhemên çandiyê dike."

Hemed zehmetiyên cotkaran anî ziman û wiha parve kir: "Derveyî kêmbûna miqdara mazotê, cotkar zehmetiya semadê jî dikişînin, ji ber Gerînendetiya Çandiniyê semadê bi dolaran difiroşe û tevî buha ye lê berhemên çandiniyê ji cotkaran bi lîreyên Sûriyê û erzan tên kirîn. Me ji sala derbasbûyî ve ceh rakiriye, lewma em bang li aliyên peywendîdar dikin ku çareyekê ji hinardekirina ceh re bibînin, ji ber ku li herêmê nehat firotin."

Di milekî dîtir de berhemên genim û ceh di demsala zivistanê de zengê lê xistiye. Di vê derbarê de Fehed Ebas wiha parve kir: “Ji ber rewşa bahewayê zêde hate guhartin, baran zêde bariya û bayê bakur zêde xurt bû, bandor li hilberînê kir.”

Ebas wiha axaftina xwe dewam kir: “Tonek semada fosfor a baş digihîje 220 dolarî û ev jî zêdeyî qeweta cotkaran e.”

Fehed Ebas di dawiya axaftina xwe de wiha destnîşan kir: "Em cureyeke semadê ji cotkaran re peyda dikin, ew jî semada tevlihev e û bi nirxekî kêm difiroşin."

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VH3t6ELGtiM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>