Komîteya Aborî: Ji bo rêgirtina li pêşiya krîza buhabûnê proje hene

Bilindbûna nirxên madeyên xwarinê bandoreke neyînî li tevgera bazaran û rewşa jiyanî ya şêniyan dike. Hevseroka Komîteya Aborî diyar kir ku ji bo rêgirtina li pêşiya buhabûnê, projeyên wan hene.

Komîteya Aborî: Ji bo rêgirtina li pêşiya krîza buhabûnê proje hene
Komîteya Aborî: Ji bo rêgirtina li pêşiya krîza buhabûnê proje hene
Komîteya Aborî: Ji bo rêgirtina li pêşiya krîza buhabûnê proje hene
Komîteya Aborî: Ji bo rêgirtina li pêşiya krîza buhabûnê proje hene
Komîteya Aborî: Ji bo rêgirtina li pêşiya krîza buhabûnê proje hene
12 sibat, 2020   08:14
HESEKÊ – COZA ÎBRAHÎM

Li seranserî Sûriyê di nav de Bakur û Rojhilatê wê nirxên madeyên xwarinê û  kelûpelên din gelekî bilind bûne. Bilindbûna nirxên dolar li beramberî lîreyên Sûrî yek ji sedemên bilindbûna nirxên kelûpelan e. Ji destpêka îsal ve lîreya Sûriyê nirxa xwe winda kir û nirxê pereyên din wekî dolar bilind bû, ku ji 500 heta 600 lîreyî gihaşt hezar û 2 hezar lîreyan.

Welatiyê bi navê Sincar Ewad ji bajarê Hesekê karker e, dibêje heqdestiya wî ya rojane ji hezar heta 2 hezar lîreyên Sûriyê, "Her tişt di vê demê de buha bûye, em di dirêjahiya rojê de dixebitin da ku pariya xwarinê ji zarokên xwe re peyda bikin, heqê sotemenî û dermnan li ser me dibe deyn ku em nikarin wê jî bidin."

Ewad bang li bazirganan kir ku buhayê madeyan kêm bikin û rewşa şêniyên di ber çavan re derbas bikin da ku ev krîz bi sînor bibe.

Li aliyekî din jî dorpêça ji hemû aliyan ve yali ser Bakurê Sûriyê hatiye ferzkirin û serweriya dagirkeriya Tirk a li rêya M4 yek ji sedemên belavbûna nirxên kelûpelan e, kamyonên ku di wê rêya re derbas dibûn, piştî dagirkirina Tirkiyê rêya xwe guhertin ku di encamê de lêçûna veguhestinê zêde bûn û li ser nirxên madeyan jî zêde kirin.

Macid Siûd Ehmed ji bajarê Hesekê hemaltiyê dike (barhilgir) dibêje, yê ku xisarê dibêje welatî ne, piraniya bazaran li gorî daketin û bilindbûna nirêxê dolar buhayê madeyan diyar dikin.

Ehmed bang li aliyên têkildar kir ku buhayê kelûpelan di bazaran de kontrol bikin ku li gorî dixlê welatiyan ên rojane be.

Têkildarî bilindbûna nirxê madeyên û rêbazên rêgirtin li pêşiya vê pirsigêrkê Hevseroka Komîteya Aborî ya Kantona Hesekê Leyla Saroxan ji ANHA‘yê re axivî.

Leyla Saroxan got: "Bê gundên ev çend sal in li Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê wê em di rewşeke şer de ne. Ji ber şer gelek kargeh wêran bûn, gelek cotkar zeviyên xwe terk kirin, di encamê de aborî paşket û bandorek neyinî li civakî kir."

Leyla Saroxan destnîşan kir ku wekî Rêveberiya Aborî ya Kantona Hesekê dixebitin da ku çareseriyan ji vê pirsgirêkê deynin û got: "Em destekê didin beşê çandinî da ku berhemên xwecihî zêde bibe û rê li pêşiya bazirganan vedikin ku karegehên xwe vekin û pêwîstiyên herêmê bi cih bên."

Leyla Saroxan destnîşan kir ku pêşniyar ji bo gelek projeya hene da krîza buhabûnê sînordar bike, ji pêşniyaran avakirina kargehek zeytê, kargeha zuhakirina garis û kargeha êmê sewalan.

Leyla Saroxan axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Krîza buhabûnê tiştekî xwezayî ye, ji ber ku em di şoreşê de ne. Em hêvî dikin ku hemû bazirgan berjewendiyên xwe yên kesayetî li ser ya giştî negirin."

(bb)

ANHA