Ekrem Hiso: Wê Rejîm kaxezên Rûsya-Tirkiyê tev li hev bike

Ekrem Hiso bang li rejîma Sûriyê kir ku bi Rêveberiya Xweser re bighêje lihevkirinekê da ku dagirkeriyê bi dawî bike û yekitiya axa Sûriyê biparêze.

Ekrem Hiso: Wê Rejîm kaxezên Rûsya-Tirkiyê tev li hev bike
12 sibat, 2020   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Ji çend hefteyan ve şerên dijwar di navbera rejîma Sûriyê û komên çete yên alîgirên Tirkiyê de rû didin. Di çend rojên derbasbûyî de rejîma Sûriyê gelek herêmên stratejîk ên Meret El-Nûman û Seraqib, rêya M5 bi temamî û beşek ji rêya M4 kontrol kirin.

Piştî hemleya rejîma Sûriyê ya li dijî Idlibê, artêşa Tirk a dagirker bi hezaran leşkerên xwe tevî çek û cebilxeneyek mezin anîn bajêr û niha şer raste rast di navbera dewleta tirk û rejîma sûrî de di qewime.

Ji bo naskirina bûyerên rû didin û niyetên Tirkiyê hevserokê berê yê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê siyasetmedar Ekrem Hiso nirxandinên giring kir.

Hiso niyetên Tirkiyê yên veşartî ji avakirina baregehên leşkerî li Idlibê û herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine destnîşan kirin û got: "Di gera Astana ya 6`an a di 14-15`ê Îlona 2017`an de li gorî muzekereya lihevkirinê di dîroka 4`ê Gulana 2017`an de, hersê aliyên Astanayê li ser avakirina "Herêma bêçek a Çaran" lihev kirin. Ev herêm ji Idlibê, beşek ji bajarên Heleb, Hema û Lazîqiye pêk tê. Dema van herêman de ev wexta ku li ser li hevhatin hatibû kirin 6 meh bû û ev dem li gorî lihevkirina garantorên Astanayê dirêj dibe."

Hiso her wiha diyar kir ku, "Li gorî vê lihevkirinê, navenda koordîneya hevpar a di navbera aliyên Astanayê de hate avakirin, da ku çavdêriya "Komên Opozîsyonê" û rejîma Sûriyê bike” û wiha berdewam kir:

“Li gorî lihevkirinê, garantorên Astanayê, hêzên xwe yên çavdêr wek hev li "Herêmên bêçek" belav dikin. Ji her aliyekê re 500 çavdêr. Tirkiyê çavdêriya komên opozîsyon dike, Îranê çavdêriya komên girêdayî rejîma Sûriyê dike û Rûsya wek hêzek navbeynkar li wir belav dibe."

‘ASTANA 6 HEBÛNA LEŞKERÎ YA TIRKIYÊ Û ÎRANÊ LI SÛRIYÊ REWA DIKE‘

Hiso destnîşan kir ku hebûna leşkerî ya Tirkiyê û Îranê li Sûriyê bi rêya Astana rewa bû.

Hiso got ku, “Dewleta Tirk jî ev bi kar anî, bi Rûsyayê re lihev kir û ew hebûn kir nuqteyên leşkerî û bi tevahiya cabilcaxeyan amade kirin, piştre veguherîn hêzên dagirker. Ev tişt di daxuyaniyên berdevkê serokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin de ya piştî civîna Astana ya 6`an diyar bûn. Kalin wê demê got; me heta niha nehişt tu kerîdorek terorîst li sînorên me ava bibe. Em nahêlin û em ê di pêşerojê de nehin."

Hiso diyar kir ku Tirkiyê bi rêya lihevkirina Astana 6 gelek tişt bidest xistin û û van tiştan jî wiha rêz kir;

"1-Tirkiyê hebûna xwe ya ku li Sûriyê wek çavdêr bû veguherand hebûnek rewa û piştre bû dewletek dagirker.

2-Tirkiyê bi vê yekê ê rê li pêşiya xwe vekir da ku hebûna xwe bi kar bîne. Piştre bi Rûsyayê li ser dagirkirina hinek beşan, mîna dagirkirina Efrînê herêmên ku li derveyî "Herêmên bêçek" bûn bazar kir. Rûsya di vî warî de pê re bû alîkar.

3- Ji xwe re cihek li ser maseya çareseriya siyasî ya Sûriyê girt.

4-Derxistina hêzên xwe ji Sûriyê bi hilweşîna rejîma Sûriyê û destpêkirina çareseriya siyasî ve girê da. Di bingehê de bi awayekî veşartî têkiliyan bi rejîma Sûriyê re ava dike.

Di daxuyaniya dawîn a gera 6`an a Astanayê de ya ku 16`ê Îlona 2017`an bibû, lihevkirina "Herêma bêçek" li Sûriyê wek girtek demkî ji 6 mehan re bû. Di nav de Herêma Çaran a Idlibê. Dewletên garantor Astana Tirkiyê, Rûsya û Îranê hêzên xwe li wan herêman belav dike."

Di berdewama gotinên xwe de Hiso destnîşan kir ku Tirkiyê hertim niyet dike ku hin beşên axa Sûriyê dagir bike û tevlî axa Tirkiyê bike. Mîna ku çawa li Lîwa Îskenderun e.

Hiso got Tirkiyê dewleta herî zêde ku zirar daye Sûriyê ye û wiha domand: "Em dikarin bêjin ku Tirkiye dewleta herî zêde xirabî li Sûriyê kiriye û çareseriya siyasî asteng kiriye ye. Her wiha şoreşa Sûriyê bikar anî û xwîna gelê Sûriyê rijand."

‘ERDOGAN DI DAXUYANIYÊN XWE YÊN SIYASÎ DE ŞAŞ MAYE ÇI BÊJE‘

Girêdayî îdiayên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku hebûna wî li Sûriyê demkî ye, lê dîsa jî rojane hêzên mezin dişîne nuqteyên çavdêr, Hiso got: "Serokkomarê Tirkiyê di daxuyaniyên xwe yên siyasî de şaş maye çi bêje. Wî herî zêde gelê Sûriyê bi kar aniye. Çi ji aliyê leşkerî ve yan jî mijara koçber û penaberan an jî dosyaya desteka navneteweyî ji Sûriyê re ya ku di nêzî sînorên wê re derbas dibe."   

Hiso wiha pê de çû: "Lê siyaseta Erdogan îsbat dike ku di dema pêwîst be paş ve vedikişe. Dema mirov li pirsgirêkên aborî ku rastî aboriya Tirkiyê tên binêre, xuya dibe ku ger Erdogan carek din teqez bibe ku Enqere dê tev li ji nûve avakirina Sûriyê bibe, dibe ku paşde vekişe."

Hiso bal kişand ser ku şert û mercên navneteweyî û berjewendiyên cîhanî qebûl nakin ku Tirkiyê bi awayekî herdem girîngtirîn erdnîgariya Sûriyê dagir bike û got: "Tirkiyê baş ketiye ferqa vî tiştî. Ji ber wê hewl dide dagirkirina xwe ya leşkerî veguherîne dagirkirinek aborî bi rêya dergeha ji nûve avakirina Sûriyê."

‘REJÎMA SÛRIYÊ HEWL DIDE KAXEZÊN RÛSYA-TIRKIYÊ LI HEV BIKE‘

Girêdayî helwesta rejma Sûriyê ji hebûna Tirkiyê bi taybet berteka Tirkiyê li Idlibê Hiso destnîşan kir ku rejîma Sûriyê wek şirîkek alîkar ji bo ku Tirkiyê axa Sûriyê dagir bike tê hesibandin û wiha domand:

"Lê ev tişt piştî 9`ê Cotmehê hate guhertin. Bi taybet piştî xwepêşendanên li Lubnan, Iraq û Îranê li dar ketine. Van xwepêşandanan hegemoniya Îranê li qada Sûriyê kêm kirin. Ji ber wê helwesta rejîma Sûriyê li hember Rûsya û Tirkiyê zaîf bû. Tirkiye û Rûsya li ser hesabê gelê Sûriyê û heta li ser hesabê rejîma Sûriyê lihev kirin."

Hiso wiha berdewam kir: "Şerê ku niha li Idlibê rû dide û topbarana rejîmê ya li dijî nuqteyên Tirkiyê hewldanek rejîmê ye ku kaxezên Rûsya- Tirkiyê yên di çarçoveya Astana 6 de tevilhev bike. Ji ber ku niha xema rejîmê ya bingehîn ewe ku zindî bimîne û parastina yekitiya axa xwe di vê demê de girîng nabîne. "

Hiso destnîşan kir ku hebûna Tirkiyê di Sûriyê de, Sûriyê parçe kir û kir dewletên biçûk di destê komên terorîst ên girêdayî xwe û di bin çavdêriya wê de. Mîna çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam, DAIŞ, rêxistina Xurasan li bakur rojavayê Sûriyê.

Siyasetmedar Ekrem Hiso bal kişand ser peymana Adana’yê û got rejîm bi rêya lihevkirinên Astana û Adanayê bûye armanca mermiyên Tirkiyê.

Girêdayî heman mijarê Hiso teqez kir ku pêwîste lihevkirinek di navbera rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser de çêbibe, da ku bigihêjin lihevkirinek hevpar jib o ku dagirkirina Tirkiyê ji Sûriyê re bidawî bike û got: "Ji bilî lihevkirina di navbera rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu lihevkirinek din yekitiya axa Sûriyê naparêze."

(şx)

ANHA