Koçberekî ji Idlibê kiryarên çeteyên Tirkiyê vedibêje

Abdulrehman El-Hisên ê ku ji bajarê Idlibê koçberî Minbicê bûye, anî ziman ku komên çete bi karwanên Tirkiyê re digerin û wan diparêzin, her wiha hesab ji kesên ku Tirkiyê rexne dikin, dixwazin.

Koçberekî ji Idlibê kiryarên çeteyên Tirkiyê vedibêje
12 sibat, 2020   07:13
MINBIC

Ji ber gurbûna şerê li Idlibê yê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên rejîmê de 18 malbat ji Idlibê gihaştin kampa Resim El-Exder a dikeve başûrê rojhilatê bajarê Minbicê. Koçberên niha bi awayekî demkî li vê kampê hatine bicihkirin heta Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê kampa taybet ji bo wan ava bike ku tê payîn ku di nava çend rojên pêş de bi dawî bibe.

Ajnasa me ANHA’yê serdana kampa demkî ya koçberên Idlibê kir û li koçberê bi navê Abdulrehman Hisên rast hat. Hisên dibêje ku ew ji Cercenazê reviyaye, ji ber wekî Meret Numan û Seraqib û herêmên din ên ku bûne qurbaniyên hevpeymanên Tirkiye-Rûsyayê û ji êrişan bê par nemaye. Lewma şêniyên Idlibê koçber bûn û malên wan jî wêran bûn, lê QSD`ê planên Tirkiyê yên berdewamkirina projeya guhartina demografiya herêmê tê bir û şêniyên Idlibê pêşwazî kirin.

Hisên der barê koçberkirina xwe de axivî û got cara yekemîn ew ji ber şerê heyî ji bajarên xwe derketin û berê xwe da bejahiya rojavayê Helebê, li wir jî ji ber heman sedeman li herêmên bakurî yên nêzî sînorê Tirkiyê bi cih bûn.

Hisên destnîşan kir ku rewşa jiyan gelekî xirab e û anî ziman ku ji ber buhabûna nirxê kel û pelan nedikarîbûn debara zarokên xwe bi cih bîne. Her wiha diyar kir ku sotemenî û xwarin buha ne, bermîlek mazot zêdetirî 150 dolarî û torbeyek nan jî bi 400 lîreyê Sûrî ye.

Hisên bal kişand ser nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê û wiha parve kir: "Tirkiyê bi îdiayên sekinandina pêşdeçûna rejîmê derbasî xaka Sûriyê bû û 12 nuqteyên çavdêriyê çêkir, paşê di nava 5 mehan de dest bi oparasyonên leşkerî yên Idlibê û bejahiya wê kir, paşê hêzên rejîmê li zêdetirî herêmekê bi pêş de çûn û gelek nuqteyên çavdêriyê dorpêç kirin."

Hisên îşaret pê kir ku Tirkiyê tu qencî bi sivîlên li Idlibê re nekir û hişt rejîm bi rehetî bi pêş de biçe. Hisên destnîşan kir ku Tirkiyê û Rûsya di qetilkirin û koçberkirina gelê Sûriyê û wêrankirina malan de hevkar in û got: "Çeteyên ku çek û cebilxane bi wan re hebû bi pêşketinên rejîmê re winda bûn, ku kes nizane bê ka we çek ji nişkê ve winda bûn."

Têkildarî kiryarên çeteyan ên li wan herêman Hisên wiha anî ziman: "Komên çeteyan bi hesabkirina sivîlên ku dewleta Tirk rexne dikin, mijûl in, kesên ku ku li tevna civakî Tirkiyê rexne dikin, têne muhasebekirin. Karê komên çeteyan tenê parastina nuqteyên Tirkiyê û karwanên Tirkiyê dikin."

Hisên spasiya QSD`ê û Ceyş El-Siwar kir ku pêşwaziya koçberan kirin û ew veguhestin kampê.

Abulrehman Hisên got sînorên Tirkiyê girtî ne û heke ne ji însiyatîfa QSD`ê bûna dê aqûbeta wan artêşa kuştina bi destê artêşa Tirk bûya. Hisên însiyatîfa QSD`ê ya der barê şêniyên Idlibê wekî parastina giyanê gelên Sûriyê nirxand.

Di dawiyê de Hisên got herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên herî baş in, bi hêvî ye ku dema bigihîje herêmê, hîn baştir bibe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Nur488xFBfE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>