​​​​​​​Hêzên rejîmê li gundewarê Helebê du herêmên din kontrol kirin

Li gor SANA‘yê, hêzên rejîma Sûriyê li gundewarê Helebê du herêmên din xistin bin kontrola xwe.

​​​​​​​Hêzên rejîmê li gundewarê Helebê du herêmên din kontrol kirin
11 sibat, 2020   21:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA‘yê ya girêdayî rejîma Sûriyê got: " Di encamên 4 operasyonên dijwar ên li dijî komên terorîst de Yekîneyên artêşa Sûriyê herêma Xan El-Asel û taxa El-Raşidîn rizgar kirin. Bi vê yekê artêşa Sûriyê aliyê rojhilatê rêya navneteweyî Heleb-Şam bi temamî rizgar kir."

Ajansê wiha domand: "Yekîneyên artêşê li aliyê rojavayê bajarê Helebê çalakî li dijî terorîstên rêxistina Cebhet El-Nusra û komên girêdayî wê kirin, di encamê de terorîst ji taxa El-Raşidîn 4 û herêma Xan El-Asel ber bi rojavayê gundewarê bajêr ve hatin derxistin. Her wiha gelek kuştiyên wan çêbûn."

Bi salên destpêkê yên aloziya Sûriyê re navê Xan El-Asel derket pêş. Di Adara 2013`an de çalakvanên sûrî dîmenên bi dehan sivîlên ku dixeniqîn tevî ku şûnên birînan li ser wan tune ye tevî hejmarek kuştî li taxa Xan El-Asel a Helebê li bakur rojavayê Sûriyê belav kirin. Ev bûyer dosyaya çekên kîmyawî yên rejîma Sûriyê derxiste pêş.

(şx)