Nivîskarekî iraqî: Bi girtina Ocalan projeya wî têk naçe

Nivîskar û rojnamevanê iraqî Dr. Cewad El-Beydanî got:" Sir û pişperdeyên girtina Rêber Ocalan xeteke nû ji bo herêmê xêz kir.

Nivîskarekî iraqî: Bi girtina Ocalan projeya wî têk naçe
12 sibat, 2020   06:00
NAVENDA NÛÇEYAN – AZAD SEFO

Rêber Abdullah Ocalan di 15‘ê Sibata 1999‘an de bi komployeke navnetewî hate girtin û radestî hikûmeta Tirkiyê hate kirin. Di nava yekdengiyeke cîhanî de tecrîdeke girankirî di girtîgeha Îmraliyê li ser wî hatiye ferzkirin.

Der barê armancên komploya navnetwî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan nivîskar û rojnamevanê iraqê Dr, Cewad El-Beydanî ji ANHA‘ê re axivî.

El-Beydanî di destpêka axaftina xwe de got: "Tirkiyê got ku yekîneyeke ji Komado dikarî Abdullah Ocalan bigire. Ev yek di 15‘ê Sibata 1999‘an de bû. Tirkiyê detayên girtinê bi bîr nexist, lê gelek rapor derketin ku bi awayekî klasîkî behsa çalakiya û hincetên yekser ên girtinê kirin."

El-Beydanî wiha domand: "Bê guman hedef mezintir bû, û dijberiya li dijî rêberî dijwartir bû,hin rastî hene girêdayî armancên veşartî yên girtina Ocalan divê werin diyarkirin. Ev detayên komploya navnetewî di nûçeyan de nehatin parvekirin, tenê bihaneyên rasterast ku Tirkiyê wê demê ragihandine hebûn."

Cewad El-Beydanî diyar kir ku pişperdeyên girtina Ocalan xeteke nû ji bo herêmê xêz dikir û wiha pê de çû: "Texmîn dikin ku li pişt çalakiya girtina Ocalan bandorên girîng hene ku naxwaze gelek têkiliyên di navbera saziyên îstîxbarata Îsraîl û Tirkiyê de hebûn, her wiha rola Amerîka ya bi guman belav bike. Diyar e nakokiyên ku di daxuyaniyên Tirkiyê de derketin sînyalên di rêbazên çalakiya girtinê de dan û hêzên herêmî û navdewletî hene ku ew hedefgirtin.

Musadê jî nedikarî û nikare rêbazê veşartî ya zelal ku Ocalan dida meşandin veke. Heger Tirkiyê bêyî destekxwestinê ji hêzên din ên cîhanê biser nediket, gelo çi li pişt desteka dewletan a bi Tirkiyê? Gelo Ocalan li ser aramiya navnetewî xeter bû?"

‘ARMANCÊ GIRTINA OCALAN STRATEJÎK IN‘

Der barê girtina Ocalan de El-Beydanî got: "Bê guman li pişt girtina Ocalan armancên mezin hene, ne tenê girêdayî aliyê teknîkî yê der barê rola Ocalan di Partiya Karkeran de ne, lê belê dozên stratejîk hene ku Ocalan beriya girtina xwe pejirandine, armanc dike.

Hin dewletan xwestin hêza şoreşê ji hev bixin, çavkaniyên wê zuha bikin û herêmên bingeh têk bibin. Lê Ocalan di qeniyatek mezin de bû ku divê şoreş destpêkê çandî be, heger hêz çek were rakirin wê rihê şoreşger û pênûsê bimîne, fikir û felsefeya Ocalan ji stratejiya kesayet û kurahiya ramên wî tê."

El-Beydanî got: "Ocalan û hevalên wê di pêkanîna guhertinekê de derbarê xurtkirina rêgez, têgeh û armancên Partiya Karkerên ber bi netewbûnê  û avakirina Rojhilateke Navîn bêyî nakokiyên etnîkî û mezhebî ve bi israr in.  Ev xetereyek bo stratejiya navdewletî ya ku ber bi kaosê afirîner ve diçe, ku nexşeyek nû ya li ser bingeha pevçûn û nakokiyên neteweyî, mezhebî û herêmî bineqeşîne."

‘HÎMÊN AVAKIRINÊ BI GIRTINA WÎ TÊK NAÇE‘

Nivîskar û rojnamevanê iraqê di dawiya axaftina xwe de got: "Li ser vê yekê divê hêzên herêmî û navdewletî dîtin ku divê ji Ocalan xilas bibin û amadekariyên derbasbûna pêvajoyeke nû bikin da ku guhertinên herêmî pêk bînin ku karibin encamên bi keda Ocalan û hevalên wî pêk hatine têk bibin, bêyî ku van dewletan têghiştibin ku hîmên avakar ên ku rêberê netewî danîne bi girtina wî têk naçin.

Ocalan bi diqet rêya xwe xêz kir, beriya ku şervan be mamoste bû, li tevahî cîhanê nifş amade kir, teoriya herî ewledar danî  ku Rojhilata Navînek nû li ser bingeha rêzgirtina di navbera gelan de û tekoşîna avakirina welat û jiyana hevbeş ava bike. "

ANHA