ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12 -02-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12 -02-2020
12 sibat, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Kongreya Star a bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan civînek li taxa Til Hecer li dar dixe, saet 09:30‘an. Girêdayî heman armancê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê meşekê li navçeya Ehresê li dar dixe, saet 13:00‘an. Meclisa Navçeya Dêrikê jî der barê komployê de semînerekê li navenda Dicle ya çand û hunerê organîze dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û rojnamevanê iraqî Dr. Cewad El-Beydanî got, sir û pişpereyên girtina Rêber Ocalan xeteke nû ji bo herêmê xêz kir û anî ziman ku Ocalan bi baldarî rêya xwe xêz kir û hîmên projeya xwe danî ku bi girtina wî têk naçe. (BI WÊNE).

- Kurdên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: "Komploya 15‘ê Sibata 1999‘an ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan destpêka hedefkirina gelên bindest e, dewletên komploger bi  komployê nikarin pêşiya belavbûna fikrê Rêber Abdullah Ocalan bigrin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Abdulrehman El-Hisên ê ku ji bajarê Idlibê koçberî Minbicê bûye anî ziman ku komên çeteyan bi kerewanên Tirkiyê digerin û wan diparêzin, her wiha hesban ji kesên ku Tirkiyê rexne dikin dixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ekrem Hiso anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku bi awayekî herdem axa Sûriyê dagir bike û tev li axa Tirkiyê bike, hêzên xwe dişîne herêmê. Hiso bang li rejîma Sûriyê kir ku bi Rêveberiya Xweser re bighêje lihevkirinekê da ku dagirkeriyê bi dawî bike û yekitiya axa Sûriyê biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî) Ebas Îbrahîm anî ziman ku divê Kurd dersê  ji Efrîn û herêmên din ên dagirkerî bigirin û got: "Divê em xwe nespêrin hêzên derve, hêz û yekitiya me pişta me ye."

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li dijî komploya navnetwî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek girêseyî  ji navçeya Sirînê ber bi bajarê Kobanê ve, heta gundê Elbelor ê rojavayê bajarê Kobanê lidar dixe, saet 10:30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Destê Zehredîn astengdar e, lê li pêşiya xewna wî nebû kelem û ciriya. Zehredîn dest bi hunera wênexêziyê kir û ciwanên dilhez jî fêr dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JYAN

- Di salên dawîn de çandiniya avî li bajarê Kobanê ji ber gelek sedeman paş de vegeriya, ji van sedeman; buhabûna semadê û kêmbûna mazotê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên Reqayê derbarê derengmayîna sererastkirina pompeyên avê nerehetiya xwe anîn ziman, komîteyê soza  da ku dê diemekê kêmî 20 rojan ev pirsgirêk çareser bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendeyê Veguhastinê yê bajarê  Qamişlo diyar kir ku dê hejmara basên veguhestina hundirîn (Basên Gel) di nava bajêr de zêde bikin û got, ev proje ji bo bajarê Dêrik û Girkê Legê tê lêkolînkirin.

- Bilindbûna nirxên madeyên xwarinê bandoreke neyîn li tevgera bazaran û rewşa jiyanî ya şêniya dike. Hevseroka Komîteya Aborî diyar kir ku ji bo rêgirtina li pêşiya buhabûnê proje hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Azara şêniyên taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo ji ber nebaşiya rêyan berdewam e. Ruxmî ku Şaredariya Gel hertim soza da çareser bike, lê sozên wê bi bayê re çûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA