Di demeke nêz de, hejmara "Basên Gel" li Qamişlo zêde dibin

Gerînendeyê Veguhastina Hundirîn diyar kir ku di demekê nêz de dê hejmara "Basên Gel" di nava bajarê Qamişlo de zêde bibin û got, ev proje ji bo Girkê Legê û Dêrikê jî tê lêkolînkirin.

Di demeke nêz de, hejmara "Basên Gel" li Qamişlo zêde dibin
Di demeke nêz de, hejmara "Basên Gel" li Qamişlo zêde dibin
12 sibat, 2020   06:41
QAMIŞLO-BASIL REŞÎD-ŞÎNDA EKREM

27‘ê Tîrmeha 2019`an basên veguhastina hundirîn (Basên Gel) li bajarê Qamişlo ketin xizmetê. Piraniya şêniyên taxên bajêr rehet bûn, ji ber qerebalixa trafîkê kêm bûn û kiriya çûn û hatin kêm bû. Di basên gelê de nirxê her kartekê 25 lîreyên sûrî ye.

Destpêkê li bajarê Qamişlo 7 bas di xizmetê de bûn, lê piştî kiriya servîsan bilind bû, şêniyan daxwaza zêdekirina hejmara basan kir. Li ser vê yekê Gerînendeya Veguhastina Hundirîn hejmara basan zêde kir ku gihaşt 18 basan.

Gerînendeya Veguhastina Hundirîn bas li ser 3 xetên bajêr belav kir, ji wan xetan; xeta Hilêliyê, xeta Kornîş û xeta nava bajêr ku ji taxa Cûdî (Qenat Siwês) heta bi gundê Um El-Fursan e.

Ji rêveberên Gerînendeya Veguhastinê a kantona Qamişlo Mihyedîn Derwîş, armanca zêdekirina basan li bajarê Qamişlo diyar kir û got armanc ew e ku qerebalixa trafîkê kêm bibe û kiriya çûn û hatinê li ser welatiyan sivik bibe.

Mihyedîn Derwîş  diyar kir ku projeyeke wan din jî heye û got: "Di demên pêş de em ê dest bi projeyên xwe bikin. Ji wan projeyan zêdekirina basan li bajarê Qamişlo  û projeya ku basan li bajarê Girkê Legê û bajarê Dêrikê jî bixin xizmetê."

Şêniyên bajarê Qamişlo kêfxweşiya xwe der barê projeya zêdekirina basan de anîn ziman û wekî gaveke erênî bi nav kirin. Her wiha gotin çûn û hatina di nava taxan de, bi taybet ji bo xwendekaran hêsan bûye.

Her basek têra 22 neferan dike û nirxê her kertekê 25 lîreyên sûrî ye. Bas ji saet 07:00`an sibê heta 20:00`an û hin caran jî heta saet 21:00`an jî dixebitin, anku li gorî pêwîstiyên gel e. Bas di nava gelek taxan re derbas dibin, ji taxa Hilêliyê bigire û heta bi navenda bajêr. Her wiha ji navenda bajêr heta taxa Qidûrbek û taxa Enteriyê, taxa Cûdî, taxa Cumayê û heta bi gundê Um El-Fursan jî digere. Di heman demê de ji taxa Kornîş heta bi bazara navendî ve jî digerin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FddZVgNh35U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>