Ebas Îbrahîm: Divê em xwe bispêrin hêz û yekitiya xwe

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Partî) Ebas Îbrahîm anî ziman ku divê Kurd dersê ji Efrîn û herêmên din ên dagirkerî bigirin û got: "Divê em xwe nespêrin hêzên derve, hêz û yekitiya me pişta me ye."

Ebas Îbrahîm: Divê em xwe bispêrin hêz û yekitiya xwe
12 sibat, 2020   05:35
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Partî) Ebas Îbrahîm destnîşan kir ku pêvajoya ku gelê herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybet tê re derbas dibe pêvajoyeke nazik e û got: "Dijmin armanc dike ku destkeftiyên gelê Kurd û gelê herêmê têk bibin û Rêveberiya Xweser a ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandine ji holê rake."

Ebas Îbrahîm anî ziman ku (Partî) piştgiriyê dide hemû însyatîfên yekrêziya kurdî û got: "Ev însîyatîf ji aliyê piraniya partiyên kurdî ve hate qebûlkirin û hemûyan tevlêbûna nava van însyatîfan ragihandin. Ji ber ku ev însyatîfan atmosfêreke erênî di kolana kurdî de afirand, li ser vê bingehî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê buroyên xwe li Rojava vekirin."

Îbrahîm anî ziman ku pêvajoya ku gelê Kurd tê re derbas dibe bi hewcedarê yekrêziyê ye û wiha diyar kir: "Ev pêvajo ji bo gelê Kurd ya hebûn û tunebûnê ye. Ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di serî de DAIŞ‘ê ve em tên hedefkirin."

Ebas Îbrahîm bang li hemû partiyên kurd kir " Gavên cidî ji bo pêkanîna daxwazên gelê Kurd ê li Sûriyê bavêjin, lêvegereke siyasî kurd li Sûriyê ava bikin, kongreyeke netewî lidar bixin, Rêveberiya Xweser a ku hêviyên hemû pêkhateyên herêmê bi cih tîne û Hêzên Sûriya Demokratîk ên ku gelê herêmê diparêzin xurt bikin."

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Partî) Ebas Îbrahîm destnîşan kir ku divê Kurd dersê ji Efrîn û herêmên din ên dagirkirî bistînin û got: "Divê em xwe nespêrinê hêzên derve, hêz û yekitiya me pişta me ye."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PO9oVnhEDgc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>