​​​​​​​Şêniyên gundê Aqîbe: Em ê Efrînê bi vîna xurt rizgar bikin

Şêniyên gundê Aqîbe yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê gotin : "Tirkiye bi êrişên xwe dixwaze me bitirsîne da ku me ji gund derxîne. Lê em di berxwedan û girêdana bi xaka xwe ve bi israr in."

​​​​​​​Şêniyên gundê Aqîbe: Em ê Efrînê bi vîna xurt rizgar bikin
9 sibat, 2020   06:54
EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê û kantona Şehbayê didomîn in. Dagirkeriya Tirk bi awayekî hovane sivîlan dike hedef.

Şêniyên gundê Aqîbe yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê li ser êrişan nêrînên xwe bi me re parve kirin. Şêniyan gotin: “Tevî hemû şertan em li ser axa xwe ne.”

Jina bi navê Fatima Seydo got: “Ji ber bombebarana balafirên Tirk ên li ser sivîlan ji bajarê Efrînê derketin. Di encamê bombebaranê de sivîl di nav de jin û zarok bûn qurbanî. Dagirkeriya Tirk hema bêje rojane gundê Aqîbe yê ku tijî sivîlin dike hedef. Dagirker hebûna hêzên leşkerî dike hincet. Civaka navdewletî li hemberî vê yekê bêdeng e. Erdogan îdiaya Islamê dike, ew û çeteyên xwe ji Islamê dûr in.”

Şêniyê bi navê Xalid Osman êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser gundê Aqîbe şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku sînorekî ji zêdegaviyên dewleta Tirk a faşîst re deynin.

Şêniya bi navê Kewser Elo ya ji gundê Aqîbe got: "Em dest ji xaka xwe bernadin, em bagna rawestandina êrişên hovane  dikin.  Armanca Erdogan tunekirina hebûna gelê Kurd e. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û nehêlin Erdogan armacnên xwe bi cih bîne."

Şêniya bi navê Sîham Mamo got: "Em jinên Efrînê dest ji xaka xwe bernadin û em ê li hemberî van êrişan bisekin."

Di êrişa dawî ya li ser gundê Aqîbe yê navçeya Şêrawayê de welatiyê bi navê Elî Menla yê 66 salî şehîd bûbû.

Sîham di dawiya axaftina xwe de got: "Dagirkeriya Tirk nikare gelê Kurd tune bike. Em ê bi berxwedanê xaka xwe rizgar bikin."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GpMWG8a6e9E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>