HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayan eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameyên du gerîlayên ku li Elkê şehîd bûne, eşkere kirin.

HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayan eşkere kirin
9 sibat, 2020   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 gerîlayên ku li navçeya Elkê ya Şirnexê şehîd bûne, eşkere kirin.

HPG`ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên her du şehîdan re û tevahî gelê Kurdistanê re xwest û soza biserxistina têkoşîna şehîdan da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 19'ê Îlona 2019'an de me ragihandibû ku di 17'ê Îlonê de saet di 18:30'an de artêşa Tirk a dagirker li qada Mezra Marînos a herêma Kato Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir û ji ber operasyonê 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne, wiha ne:

Nasnav: Qendîl Berxwedan
Nav û paşnav: Muslum Mahmûd
Cihê jidayikbûnê: Kirmaşan
Navê dayikê: Rewşen
Navê bav: Mahmût
Cih û dîroka şehadetê: 18'ê Îlona 2019'an / Elkê

Nasnav: Tîrêj Zagros
Nav paşnav: Ercan Taş
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayikê: Fatma
Navê bav: Abdullah
Cih û dîroka şehadetê: 18'ê Îlona 2019'an / Elkê

Gerîlayên Kurdistanê li dijî şerê qirkirinê û komkujiyên ku hêzên dagirker li dijî gelê Kurd dikin, di nava şert û mercên herî giran de bi îradeyeke mezin û ruhekî fedayî mohra xwe diavêjin binê destanên lehengiyê.

Hevrêyên me Qendîl û Tîrêj jî ji parçeyên cuda yên Kurdistanê bûn milîtanên fedayî yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û di temenê ciwantiyê de bi polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me hesiyan, berê xwe dan qadên têkoşînê. Ji roja ku tevlî bûn û pê ve her tim bi fedakariyeke mezin wezîfeyên xwe bi ser xistin.

Hevrêyên me Qendîl û Tîrêj li her qada ku wezîfe lê kirin, bi fedakarî û xebatkariya xwe dihatin naskirin. Hevrêyên me Qendîl û Tîrêj her tim bi israr xwestin li Bakurê Kurdistanê tê bikoşin û heta dema şehadeta xwe bi baweriyeke mezin bûn pêşengên dema nû û têkoşîna azadiyê.

Di serî de malbatên her du hevrêyên me yên şehîd bûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna wan bi ser bixin.”