Li herêmên dagirkirî tundiya li ser jinan û bêdengiya navnetewî

Rojane dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî mîna Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî mafên jinan binpê dikin. Ev tundî û binpêkirin li ber çavê cîhanê tên kirin û civaka navnetewî bêdeng e.

Li herêmên dagirkirî tundiya li ser jinan û bêdengiya navnetewî
Li herêmên dagirkirî tundiya li ser jinan û bêdengiya navnetewî
Li herêmên dagirkirî tundiya li ser jinan û bêdengiya navnetewî
9 sibat, 2020   06:44
NAVENDA NÛÇEYAN-MIZGÎN HEMO

Ev du salin jinên Efrînê di bin zilma dewleta Tirk de dijîn. Ti ferqa hişmendiya Tirkiyê ji ya çeteyên DAIŞ’ê tine ye û kiryarên wan dubare dikin. Artêşa Tirk û çeteyên wê her cureyên ji tundî, revandin, êrişên cinsî, zextên derûnî li jinan dikin û di nava çar dîwaran de difetisînin. Ev binpêkirin bi sistematîk li ser jinên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê tên meşandin.

Tevî ku gelek rêxistinên mafên mirovan ên herêmî li Efrînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dosyeyên sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan pêk anîne, ji NY’yê û rêxistinên cîhanî û mirovî re pêşkêş kirin, lê hê jî di vê der barê de bê deng in.

Di vê raporê de emê balê bikişîn ser hin binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîn û herêmên din ên ku dagir kirine.

2 SAL DI SER DAGIRKERIYÊ RE DERBAS BÛ...BINPÊKIRIN HÊ JÎ BERDEWAM IN

Bajarê Efrînê yê bi hezaran koçber ji tevahî herêmên Sûriyê parast, êdî ne ewle ye. Dewleta Tirk a dagirker herêmê ji niştecihên wê yên resen vale dike û malbatên çeteyan li şûna  wan bi cih dike. Di heman demê de malbatên ji Xûta, Idlib, Hema, Himus û herêmên dîtir li herêmê bicih dike.

Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de rêxistina Mafên Mirovan a kantona Efrînê belge kir ku 56 jin û 46 zarok hatine qetilkirin, her wiha 100 jin birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker pranî tundiyê li jinên ciwan dike.

Li gorî rapora rêxistinê zêdetirî 50 jinan hatin kuştin û bi rêbazên cûr bi cûr hatine belgekirin.

60 jin rasetî êrişên cinzî hatin û hatin belgekirin. Piştî ku jin têne revandin rastî êrişên cinsî tên. Ev agahî li ser zimanê şêniyên ku ji deste çeteyan reviyane hatine bidestxistin.

Li gorî agahiyan, rêxistinê zêdetirî hezar rewşên tundiya li jinan belge kirine. Ev tundî ji aliyê çeteyên bi navê polîsên leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hatine kirin. Her wiha hê jî çarenûsa hin ji wan ne diyar e û hin ji wan jî piştî dayîna fidyeyan hatin berdan.

Di encama tarîtiya li derdora jinên li Efrînê, guhartina metoda jiyana wan û rewşên derûnî û civakî, 3 rewşên xwekujiyê hatin belgekirin.

BINPÊKIRINÊN ZÊDE, RÊXISTIN Û CIVAKA NEVDEWLETÎ BÊ DENG IN

Jina koçber a ji Efrînê Cuneviyan Mihemed wiha got: "Jinên ku nikaribûn ji Efrînê derkevin, li dijî wan binpêkirin û kiryarên derexlaqî mîna kuştin, revandin û êrişên cinsî têne kirin.”

Her wiha koçbera bi navê Sîham Abdurehman bang li rêxistinên hiqûqî, bi taybet ên jinan kir ku  der barê binpêkirin û sûcên bêserûber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan pêk tînin tev bigerin û wiha pirs kir: "Dewletên Ewropî, rêxistinên jinan û mafên jinan ji azarên ku jinên Efrînê dikişînin, li ku ne."

LI HER BAJAREKÎ KU DEWLETA TIRK DERBAS DIBE...LI DIJÎ JINAN ÇEWISANDIN

Di her herêmeke ku dewleta Tirk a dagirker dagir kiriye de weke çawa çeteyên DAIŞ’ê li dijî jinan bi taybet ên êzidî, çewisandina jinan pêk tîne, weke Bab, Cerablus, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

Binpêkirin ne tenê li ser guhartina demografiyê, kuştin, dizîn û talankirinê pêk hatin, li dijî jinan jî çêbûn.

Li gorî çavkaniyên ji bajarê Serêkaniyê ji ANHA’yê re belge kirine, 3 jin rastî êrişên cinsî hatin, ji wan 5 ji Çeçen, 2 kurd û 23 jî ereb in.

Çeteyên li bajarê Girê Spî destdirêjî li jinekê kir ku bi wê re jî xwepêşandana şênî bi taybet ên eşîran çêbûn û baregehên çeteyan şewitandin. Lê çeteyan binpêkirinên xwe nerawestandin û revandina jinan ji gundên Girê Spî didomîne.

Weke çawa çeteyên DAIŞ’ê pêk aniye, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan lixwekirina laçikên reş ferz kir û derketina ji bajarên Girê Spî û Serêkaniyê qedexe kir.

Ji rêveberên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma wiha got: “6 jin li Serêkaniyê rastî êrişa cinsî hatin.”

Li aliyekî din jî endama Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Efrînê Heyhan Elî wiha got: "Hin agahiyên der barê rewşên êrişên cinzî li dijî jinan gihiştin ber destên me. Weke rêbazên heqaret, gotinên derexlaqî, bikaranîna dar û werîsan di lêdan û tundiyê de."

Heyhan di axaftina xwe de wiha îşaret pê kir: "Çandeke dijberî çanda Efrînê tê ferzkirin, ji ferzkirina laçikên reş, qedexekirina derketina jinan. Li gorî hin agahiyên dîtir çeteyên Tirk bi zarokan re dizewicin.”

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Heyhan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev sûcên şer û dermirovî ne û divê civaka navdewletî sînorekê ji van binpêkirinan re deyne û xebata vegera koçberan a warên xwe bike û ji bêdengiya xwe ya şermînî derkeve.”

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Bvsf1OzN76A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>