‘Mîtanî‘ tovê pêşxistina şanoya kurdî ye

Bi armanca veguhestina çanda gelan û pênasekirina cîhanê bi çand û zimanê hizra Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê derket.

‘Mîtanî‘ tovê pêşxistina şanoya kurdî ye
‘Mîtanî‘ tovê pêşxistina şanoya kurdî ye
‘Mîtanî‘ tovê pêşxistina şanoya kurdî ye
‘Mîtanî‘ tovê pêşxistina şanoya kurdî ye
‘Mîtanî‘ tovê pêşxistina şanoya kurdî ye
9 sibat, 2020   06:35
ŞEHBA – CAFER CAFO – XANDÎ ELO

Amedekar û rêveberên Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê hêvî dikin ku ev mîhrîcan bibe cîhanî û qada veguhestina çandên netewan.

HIZRA MÎHRÎCANA MÎTAN A ŞANOYÊ ÇAWA DERKET

Bi destpêka aloziya Sûriyê re hin hezkiriyên şanoyê xwestin ku mîhrîcaneke taybet a şanoyê were lidarxistin. Lê ji ber gelek sedeman ku perspetîvên partiyetî li pêş bû hizra damezirandina mîhrîcanê temam nebû. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriy a Demokratîk û avakirina Desteya Çand û Hunerê êdî rê li ber hezkiriyên şanoyê vebû da ku xewnên xwe bi cih bînin.

MÎHRÎCAN BI KARNAVALÊ DEST PÊ KIR

Di hemû pêvajoyên Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê û beriya mîhrîcan destpê bike karnavalek girseyî lidar diket ku beşdar bi cilên folklorî di nava kolanên Efrînê de digeriyan.

Strana mîhrîcanê "Em jiyanê diçînin" bi zimanên Kurdî, Erebî û Fransî di karnaval û mîhrîcanê de tê gotin.

MÎHRÎCANA YEKEM ÇAWA DESTPÊ KIR

Ji hezkeriyên şanoyê 30 kes li hev civiyan û xwe li gorî koman belav kirin. Da ku şanoyan amade bikin, nedizanîn ku dê mîhrîcan bi awayekî mezin were hezkirin û qebûlkirin.

Xebatên pêşandana şanoyan 14 rojan, li ser dika Çiyayê Kurmênc berdewam di kir. Gelek kes temaşevan beşar di bûn.

ARMANCA MÎRHÎCANÊ ÇI YE?

Armanca yekemîn ji Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê avakirina qadeke diyalogên çandî, çand û hunera cîhanê were naskirin û danasîna çand û hunera kurdî bi cîhanê re.

Mîhrîcana yekemîn wekî gava destpêkê ya pêşxisitna şanoya kurdî hat, tê de skêç û aheng dihatin pêşandan ku bal dikişand ser hin pirsgirêkên civakî.

ALAQEYA ŞÊNIYAN

Mîhrîcan bi alaqeya mezin a şêniyên herêma Efrînê hate nîşandan. Di hemû pêvajoyên mîhrîcanê de hol bi şêniyan dihat dagirtin.

BERHEMÊN KU HATIN NÎŞANDAN

1.Mîhrîcana Şano ya Mîtan bi dirûşmeya "Ji bo te Kobanê" hate lidarxistin. Di wê demê de çeteyên DAIŞ‘ê êrişî kantona Kobanê dikirin.

Mîhrîcana 2‘yemîn dirûşmeya "Ji bo berxwedana Bakurê Kurdistanê" hilgirt, ku herêmên Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dihat êrişkirin piştî ku gel ji bo azadî, demokrasî daketibûn qadan.

Mîhrîcana sêyemîn jî dirûşmeya "Zeytûn" hilgirt, ku di wê demê de dagirkeriya Tirk gefa dagirkrinê li warê zeytûnan Efrîn dixwar. Hemû berhemên ku di mîhrîcanê de dihatin pêşandan li ser berxwedanê bûn.

PIŞTÎ KOÇBERKIRINÊ

Di sala 2018‘an de dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên hovane birin ser kantona Efrînê. Di encamê de zêdeyî 250 hezar kes ji kantonê hatin koçberkirin, piraniya wan xwe spartin herêmên li beramberî kantonê. Li gel rewşa koçberiyê jî xebatên pêşxistina mîhrîcanê ranewestiya, lê belê bi derfetên kêm berdewam kir.

Israra lidarxistina mîhrîcana Mîtan a çaremîn li gel şert û mercên koçberiyê mîna mîna îsrara berxwedan û parastina çanda kurdî ji tinekirinê ye. Ji ber ku armanca dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê tunekirina hebûn û çanda kurdî ye.

Di berhemên ku di vê mîhrîcanê hatin pêşkêşkirin de hate destnîşankirin ku berxwedan ne tenê bi rakirina çekê ye, lê belê, çi hundermend be an jî şanoger be herkes dikare bi karê xwe berxwedanê bike. Mîhrîcana 4‘emîn li gundên kavilkirî û kampên li kantona Şehbayê hate lidarxistin.

ZEHMETIYÊN HATIN KIŞANDIN

Rewşa koçberiyê pirsgirêka herî mezin a ku li pêşiya destpêkirina mîhrîcana 4‘emîn bû. Wekî çawa ku derfetên kêm di mîhrîcana yekem de bibû pirsigrêk di ya çaremîn de heman tişt bû. Lê Rêveberiya Xweser desteka madî û pêwîstiyên mîhrîcanê pêşkêş kir, ta di demeke kurt de dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hate avakirin.

Gelek lîstikvan û derhênerên şanoyê ber bi parêzgehên din ên Sûriyê, dewletên cîran û yên Ewropayê ve çûn. Vê yekê ji bo mîhrîcanê astengiyek çêkir. Ji ber wê diviya bû ku kadroyek ji derhêner û lîstikvanên şanoyê were amadekirin. Mîhrîcana çaremîn bi beşdarbûna 60 lîstikvanan, hejmarek hezkiriyên şanoyê ku yekem car derhênerkariyê dikin 12 rojan dewam kir.

MIJARÊN KU DI MÎHRÎCANA 4‘EMÎN DE DERKETIN PÊŞ

Dozên ku ser dika şanoyê ya mîhrîcana 4‘emîn de hatin vegotin, girîngiya perwerdekirina civakê û êrişên li ser çand û zimanê kurdî bû.

4.Mîhrîcana Şano berhemên keda ku di mîhrîcana yekem de hate dayîn e. Bê guman hemû hêvî dikin ku ya pêncemîn li ser xaka Efrînê were lidarxistin.

Têkildarî hunera şanoyê û berhemên ku hatin pêşandan sînemager û derhênerê şanoyê ku yek ji damezrînerên Mîhrîcana Mîtan e Mihyedîn Arslan got: "Şano neynika civakî ye, dema ku mirov neynikê datîne pêşiya xwe rastiya xwe dibîne. Carna rexne dike û car caran hêviyên nû li gorî pêwîstiyên pêvajoyê diafirîne."

Arslan destnîşan kir ku destpêkê ji ber nakokiyên partiyetî mijara lidarxistina mîhrîcanê taloq bû. Di sala 2014‘an de mîhrîcana yekemîn destpêkê kir ku wekî xewnekî bû. Mîhrîcan serkeftineke mezin bû. Di sala 2018‘an dagirkeriyê bi armanca tunekirina gelê Kurd û çanda wê êrişî Efrînê kirin. Ji erkê me yên li beramberî gel û ji bo parastina çand û hünere, me ev mîhrîcan di nava mercên zehmet de lidar xist. Em bi hêvîne ku mîhrîcana Mîtan a 5‘emîn navdewletî be."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VhoTQaDVlYs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>