El-Xatîb: Rewşa Iraqê xeter e

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê iraqî Alaa El-Xetîb got: “Erkdarkirina serokwezîrek nû pirsgirêkê çareser nake. Wê encamên serhişkiya siyasî dijwar bin. Ji ber ku rewş gelek krîtîk e.”

El-Xatîb: Rewşa Iraqê xeter e
9 sibat, 2020   06:00
NAVENDA NÛÇEYA-AZAD SEFO

Aloziya Iraqê berdewam dike, ruxmî erkdarkirina serokek nû ji hikumetê re, her diçe gur dibe. Li hember wê erkdarkirinê, gelek xwepêşendan lidar ketin. Girêdayî wê nivîskar û şîrovekerê siyasî yê iraqî Alaa El-Xetîb axivî.

ERKDARKIRINA SEROKWEZÎREK NÛ PIRSGIRÊKEKÊ ÇARESER NAKE

El-Xetîb destpêkê de got: "Xwepêşendêr ji bo ku armancên xwe pêk bînin, derketin. Daxwazên wan hene. Xwepêşendêr beyî ku armancên xwe pêk nînin ranewestin. Kolana iraqî ji bo ku pêkanîna edalet û rûmetê bi sedan şehîd û birîndar dan. Ev fedekarî ji bo ku armancên wan ciwanên serhildêr pêk werin, pêşerojek ji nifşa tê re hebe hatin dayîn ne ku di nîvê rê de bimînin."

El-Xetîb wiha domand: "Bi erkdarkirina serokwezîrê nû re pirsgirêk çareser nabe. Pirsgirêk ne girêdayî kesekî bû. Lê belê girêdyaî pergalê û rêbaza hikumê ye. Kolan dev ji daxwazên xwe bernade. Kolana iraqî dixwazin rêgeza parvekirin, taîfî tune be. Şaştiya di prosesa siyasî de rast bibe. Tevî lidarxistina hilbijartinên zû, erêkirina qanûna partiyan û gelek mijarên girêdayî peydakirina derfetên kar û mijarên din."

‘REWŞA IRAQÊ BER BI TEHLUKEYÊ VE DIÇE’

El-Xetîb di nav gotinên xwe de got: "Serokwezîrê nû wê nexşerêyek nû ji bo birêvebirina welêt pêşkêş bike. Ev nexşerê wê li ser tawîzên hêzên siyasî biser bikeve. Her wiha di vî warî de hevkariya birêz Alawî û piştgirî pêwîst e da ku zextê li hêzên siyasî bike. Ji bo ku neçar bimînin guhertinê qebûl bikin."

El-Xetîb wiha domand: "Ruxmî ku dijwar e ev erk pêk were, lê derfetên serkeftina wê mezin in. Serkeftin di radeya yekemîn de bi cidîbûnê ve girêdayî ye. Her hişkbûnek ji her aliyekê wê çareseriyê bixitmîne. Pê re rewşa herêmê ber bi tehlukeyê ve biçe."

Girêdayî helwesta navneteweyî Alaa El-Xetîb got: "Piştgiriyek ji aliyê navneteweyî û herêmî ji Iraqê re heye. Herêm tevliheviyek din tehemul nake. Komek dewletan di serî de DYA`yê û dewletên mîna Çînê ragihandin ku ew desteka Iraqê dikin."

El-Xetîb wiha berdewam kir: "Çaranûsa hikumeta Iraqê bi destkeftiyên piratîk û çareseriyên cidî ve girêdyaî ne. Ev jî xwe dispêre du hîmên girîn; ewlehiya lezgîn û pêkanîna ewlehiyê yê ye. Divê saziyên ewlehiyê bi rêya qanûnê rola xwe di tinekirina şidetê de pêk bînin."

El-Xetîb diyar kir ku pir xwezayiye ku di dewletên demokratîk de pirsgirêk hebin û got: “Lê ya jê girîngtir vedîtina çareseriyên pirsgirêkan, rûniştandina qanûnê  û serdestiya welêt belav nebe.”

ŞAŞTIYEK DI TÊKILIYÊN DI NAVBERA PÊKHATEYÊN HUNDIRÎN, HÊZÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ DE HEYE

Di dawiyê de nivîskar û şîrovekerê siyasî Alaa El-Xetîb got: "Li Iraqê pirsgirêkek mezin heye. Ew jî belavkirina serdestiyê, şaştî di têkiliyên  navbera pêkhateyan de ye. Mînak şaştî di têkiliyên bi Erbîlê re. Divê ev şaştî bêne sererastkirin. Her wiha divê têkiliyên Erebî- Iraqî, Îranî-Iraqî û Amerîkî-Iraqî sererast bibin."

(şx)

ANHA