​​​​​​​Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derebasbûyî

Li gorî nêrînên çavdêran, serokkomarê Tirkiyê li beramberî Rûsyayê di helwesteke lewaz de ye û gefên wî yên derbarê Idlibê de ne tiştekî nû ye. Li Iraqê jî piştî erekedarkirina serokê hikûmeta nû xwepêşandan didomin.

​​​​​​​Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derebasbûyî
9 sibat, 2020   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnaneyên Erebî yên di hefteya derbasbûyî de hatin çapkirin mijarên girêdayî rewşa Idlibê, têkiliyên Rûsya û Tirkiyê û aloziya Iraqê û Lîbyayê derxistin rûpelên xwe yên pêş. 

EL-EREB: ERDOGAN LI ROJHILAT Û ROJAVA WINDA DIKE

Rojnameyên Erebî di derbarê liv û tevgera dewleta Tirk a li Sûriyê de nivîsîn.

Li ser mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dixwaze di têkiliyên xwe yên navdewletî yên li rojhilat û rojava de li ser benekî zirav bimeşe. Lê xwînsarî û qumarbaziya wî ew ber bi têkçûnê ve bir. Êdî nikare bi welatekî re jî têkiliyeke asê ava bike. Lewma Tirkiye li herêmê û cîhanê bi tenê ma.

Çavdêr dibêjin ku ji ber ku di navbera her du welatan de êdî têkiliyên aborî yên mezin çêbûne Tirkiye li hember Rûsyayê pir qels bûye. Ew têkilî jî ji bo Enqereyê jiyanî ne. Her wiha xeta gaza Rûsyayê ku di Tirkiyê re derbas dibe û ji wir diçe Ewropayê, hiştiye ku Tirkiye bibe rehîneya  vê guherîna jeostratejîk.

Li gorî van rastiyan çavdêr dibêjin ku rexneyên Erdogan ji bo Moskov û axftina wî ku dibêje “pêvajoya Astana û Soçiyê miriye”, ev hemû di navbera wî û hempîşeyê wî yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de veguhastina cihê lîstikê ye.

Pispor û çavdêrên rewşa Tirkiyê dibêjin "Erdogan yê ku berê qebûl kiribû ku fişarê li opozîsyonê bike da ku ji herêmên stratejîk vekişe û xwe radestî hêzên rejîmê û yên Rûsyayê bike, bi taybet li Helebê li beramberî bazareke nû dedikare hin herêmên din jî radest bike. Dibe ku beramberî ku Tirkiyê hin herêmên di bin desthilatdariya Hêzên Sûriya Demokratîk de yên rojhilatê Sûriyê be”.

Çavkaniyên dîplomatîk dibêjin "Erdogan naxwaze bi Rûsyayê re bikeve rikeberiyê, ji ber wî welatê wî bi tenê maye, ji ber helwesta Ewropayê ya li dijî destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê. Her wiha ev hêz li dijî tevgera Tirkiyê ya lêgerîna petrolê li rojhilatê Deryaya Spî ne".”

EL-BEYAN: DESTWERDANA TIRKIYÊ PARÇEBÛNA HIKÛMETA WÎFAQÊ ZÊDE DIKE

Derbarê geşedanên li Lîbyayê, rojnameya El-Beyan nivîsî û got: "Destwerdana Tirkiyê hişt ku parçebûnên dîplomatîk di nava hikûmeta Wifaq a Lîbyayê de zêde bibe. Balyozê Lîbyayê yê Nîjerê Abdela Beşîr duh ragihand ku ew ji hikûmeta Wîfaqê veqetiyaye, vê yekê hişt ku qada parçebûnên dîplomatîk ên hikûmeta Terablusê fireh bibe.

Beşîr sedema veqetîna xwe nîşan da û got: “Meclisa serokatiyê xwe daye aliyê hin hêzên ku dixwazin aramiya Lîbyayê têk bibin.”

Çavkaniyeke agahdar a Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê ji El-Beyan re diyar kir ku di demên pêş de dê hin parçebûnên dîplomatîk di hikûmeta Wîfaqê de pêk bên. Ji ber ku gelek balyozên Lîbyayê yên li Ewropa, Afrîka û dewletên erebî diyar kiriye ku ew li dijî destwerdana Tirkiyê ne.

Çavkaniyan diyar kirin ku Wezareta Karên Derve bi balyozên xwe yên derve re di nava têkiliyê de ye û nameyên lezgîn ji wan re bi rê kirin û ji wan xwestiye ku li şûna hikûmata El-Sîrac a ne rewa, werin aliyê parlemana rewa.

ŞERQ EL-AWSAT: LI DIJÎ ERKDARKIRINA ELAWÎ XWEPÊŞANDAN… EL-SEDR JÎ DENGÊ XWE LI DIJÎ ‘TEVGERA GEL’ BILIND KIR

Derbarê geşedanên li Iraqê de rojnameyê wiha nivîsî: "Duh bi hezaran welatiyên Iraqê li paytext Bexedayê û hin bajarên din li dijî erkdarkirina Mihemed Tewfîq Elawî ji bo serokwezîriyê daketin xwepêşandanan. Xwepêşandêr dibêjin ku Elawî ne li gorî daxwaza wan e, jixwe wan berê daxwaz kiribû ku kesekî ‘serbixwe be, berê tu erkên wezîriyê negirtibe, ne xwediyê hemwelatiya du welatan be û temenê wî ne zêdetirî 55 saiyê be’.

Xwepêşandêr li Qada Tehrîr kom bûn û bi hev re bang kirin "Tewfîq .. ev gel te naxwaze".

Li Qada Wasbayê di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşdêran de pevçûnan rûda, her wiha hin pevçûn di navbera alîgirên El-Sedr û xwepêşandêran de jî rûdan. Li parêzgehên din ên Iraqê jî xwendekar daketin meydanan, xwepêşandêran li bajarên Necaf, Kerbela û Dîwaniyê rêyên sereke birîn. Hate gotin ku xwepêşandêr li Necefê rastî êrîşa komên çekdar hatin û hin kes birîndar bûn.

Di vê navberê de Muqteda El-Sedr ji alîgirên xwe xwest ku piştgiriya hêzên ewlehiyê bikin da ku rêyan vekin. Xwepêşdandêran diyar kir ku ev nîşanên hewldana çewisandina protestoyan e.

EL-IMARAT EL-YAUM: PROJEYA SEDSALÊ… AMERÎKA DIPARÊZE, EWROPA LI NAVÊ YE Û RÛSYA JÎ BI GUMAN E

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsand: "Hefteyek derbas bû, piştî ku serokê Amerîkayê Donald Trump "Peymana Sedsalê" ragihand. Her wiha beriya rojekê meclisa Yekitiya Ereban helwesta xwe ya dijî projeyaê ragihand. Niha jî endezyarê vê projeyê û şêwirmendê serokê Amerîkayê Jared Kushner derket û parastina projeyê kir û diyar kir ku ew proje dê "rêya geşkirinê" be ji bo gelê Filistînê. Lê Rûsya helwesta xwe hinekî din bilind kir û nêzî nepejirandinê dibe. Jixwe di vê navberê de li Filistînê protestoyên li dijî projeyê dewam dikin."