Şêniyên Efrînê: Em ê li ber xwe bidin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi armanca şikandina vîna berxwedanê û şêniyên Efrînê ji warên wan dûr bike, topbarana xwe li dijî navçeya Şêrawa li Efrînê û herêmên Şehbayê berdewam dike.

Şêniyên Efrînê: Em ê li ber xwe bidin
9 sibat, 2020   06:15
ŞEHBA-MIZGÎN HEMO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gelek komkujî li ser sivîlan pêk anîn. Ji van komkujiyan ya herî dawîn jî komkujiya ku li Til Rifetê ya di 2`yê Kanûna 2019`an de pêkhatî bû.

‘BERXWEDANA ME WÊ PLANA TIRKIYÊ TÊK BIBE’

Şêniyê bi navê Mistefa Mihemed ji şêniyê gundê Qitme yê girêdayî navçeya Şera ye dibêje: "Tirkiyê ji dagirkirina Efrînê armanc dike, şêniyên wê yên resen vala bike û şêniyên din li şûna wan bi cih bike. Lê em dest ji berxwedana xwe bernadin. Em ê axa xwe biparêzin. Em li vir bimînin heya axa me rizgar dibe. Şêniyên Efrînê bi berxwedana xwe li Şehbayê û ji ber ku qebûl nakin ji warên xwe dûr kevin wê plana Tirkiyê têk bibin. Lewra em dibînin ku artêşa Tirk a dagirker rojane herêmên Şehba û Şêrawa topbaran dikin. Ji bo ku şêniyan bitirsîne û wan carak din bide koçberkirin."

‘DIVÊ RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ MUDEXELE BIKIN DA KU KOMKUJIYÊN TIRKIYÊ RAWESTÎNIN’

Hêvîn Elûş ji şêniyên gundê Meydanayê ye dibêje: "Tirkiye û çeteyên wê ji destpêka êrişên wê li ser Efrînê komkujiyên hovane li dijî sivîlan pêk tînin. Tirkiye herêmên sivîl kirin hedef ji ber wê ber bi herêmên Şehbayê ve koçber bûn."

Hêvîn wiha domand: "Heya îro artêşa Tirk a dagirker hewl dide me ji vir bide koçberkirin. Ji ber wê rojane navçeya Şêrawa û herêmên kantona Şehbayê topbaran dike. Gelo Erdogan çi ji me dixwaze? Komkujiyên pêk anîne têrê nake? Gelo guneha 8 zarokên ku di topbaran Tirkiyê de çi bû? Gelo çek rakiribûn?"

Hêvî bang li rêxistin û saziyên navneteweyî kir ku mudexele bikin û got: "Gelo mafên mirovan li ku derê ne? Gelo ew dewletên ku parastina mirov îdia dikin li ku derê ne? Çima sînorek ji Erdogan re dînanin? Çima qirkirina gelê Kurd ji hêla Tirkiyê ve ranewestînin?"

‘EM ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ NE, SERÎ JI ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER RE NATEWÎNIN’

Şêniyê bi navê Hisên Murad ji şêniyên gundê Kurka yên girêdayî navçeya Mabata ye dibêje: "Gelo Kurd aştîxwaz e û êrişî kesekî ne kiriye. Lê em hemû dîroka dewleta Tirk dizanin û çawa li ser hesabê xwîna gelên herêmê yên resen ava bûye. Em teqez dikin ku pêvajo hatiye guhertin. Lewra em nahêlin artêşa Tirk a dagirker qirkirinên xwe li dijî gel me berdewam bike."

Murad helwesta civaka navneteweyî û cîhanê li hember artêşa Tirk a dagirker şermezar kir û got: "Tirkiye dewletek dijberî pergala demokrasiyê ye. Pergala ku li bakurê Sûriyê û Efrînê ava bûye. Li ber çavên cîhanê êrişî herêmê kir bi armanca ku pergala herêmê ya demokratîk tune bike û Kurdan qir bike."

Murad diyar kir ku berxwedana berdewam e û got: "Em şêniyên Efrînê serî ji Tirkiyê re natewînin. Tirkiyê rojane topên xwe davêje me. Da ku me bitirsîne û me neçarî koçberiyê bike. Lê em teqez dikin em ji vir naçin û em ê heya rizgarkirina axa xwe ji dagirkeriyê li ber xwe bidin."

‘EM Ê HETA NEFESA DAWÎN LIBER XWE BIDIN’

Şêniya bi navê Izdîhar Îbiş ji şêniyên gundê Basûfan ê girêdayî navçeya Şêrawa got: "Şêniyên me li Efrînê berxwedanek bêhempa li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê nîşan dan. Em ji dagirkeriyê re dibêjin Êdî bes e binpêkirinên hovane li dijî gelê Kurd. Gelê me xwedî vîn û hêz e û em heya nefesa dawîn liber xwe bibin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ra8cSq0U5kc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>