ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09 -02-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09 -02-2020
9 sibat, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Yekitiyên Tevgera Civaka Demokratîk ji bo nirxandian geşedanên dawî civînekê li navenda xwe ya li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê lidar dixe, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Gel a navçeya Dirbêsiyê têkildarî jiyana Rêber Abdullah Ocalan û komploya 15‘ê Sibatê semînerekê organîze dike, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê ya Şaxê bajarê Hesekê semînereke li ser reşa siyasî û dagirkeriya Tirk li gundê Sifeya yê bajarê Hesekê organîze dike, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê bi hevkariya Komîteya Çalakiyên Dibistanan pêşangeha salane lidar dixe ku ji mûzik, şano û destkariyan pêk têne, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundê Aqîbe ya navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê gotin : " Tirkiyê bi êrişên xwe dixwaze me bitirsîne da ku me ji gund derxîne. Lê em di berxwedan û girêdana bi xaka xwe ve bi îsrar in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Idlibê yên ku ji ber şerê di navbera hêzên Rejîmê û çeteyên Tirkiyê de direvin, berê xwe didin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Malbata Mihemed Hemze jî wek bi sedan malbatan berê xwe dan herêmên ewle. Hemze got: “Me berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser, ji ber ev herêmên ewle ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi armanca şikandina vîna berxwedanê û şêniyên Efrînê ji warên wan dûr bike, topbarana xwe li dijî navçeya Şêrawa li Efrînê û herêmên Şehbayê berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li gorî nêrînên çavdêran serokkomarê Tirkiyê li pêşiya Rûsyayê di helwesteke lewaz de ye û gefên wê yên der barê Idlibê de ne tiştekî nû ye. Li Iraqê jî piştî erekedarkirina serokê hikûmeta nû xwepêşandan didome. (BI WÊNE).

ROJHILATA NAVÎN

- Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê iraqî Alaa El-Xetîb got: “Erkdarkirina serokwezîrek nû pirsgirêkê çareser nake. Wê encamên serhişkiya siyasî dijwar bin. Ji ber ku rewş gelek krîtîk e. Şaştiyek di têkiliyan de di navbera pêkhateyan û hêzên derve de hene.” (BI WÊNE).

JIN

- Rojane dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî yên mîna Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî mafên jinan binpê dikin. Ev tundî û binpêkirin li ber çavê cîhanê tên kirin û civaka navnetewî bêdeng e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Kobanê ji bo şermzarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek bi mişeleyan lidar dixe, saet 16:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Bi armana veguhestina çandên gelan û pênasekirina cîhanê bi çand û zimanê hizra Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê derket. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Navenda `Zarokatiya Ewle` bi koordîneya Buroya Astengdaran a Meclisa Sivîl a Reqayê hewl dide zarokan careke din vegerîne xwendinê. Tevî ku girîngî dide astengdaran. Ji ber ku çîna herî zêde zirar ji şeran dîtiye çîna astengdaran e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mustefa Mihemed (50) ye û piştî ku dayîka wî jî çû wefatê bê xwedî maye. Mustefa ji dest û lingê xwe astengdare û niha di xaniyê xwe de bê sobe û alîkarî dijî. Pêwîstiya Mustefa bi alîkariyê heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a navçeya Til Birakê 4 pir sererast kirin ku 66 gundan bi hev ve girêdide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyê ji Himsê ku niha li Reqayê dijî debara xwe bi komkirina amûrên baqir ên kevn peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA