Mamosteyên Helebê yekitiya xwe ava kirin

Mamosteyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê di civînekê de yekitiya xwe ava kirin.

Mamosteyên Helebê yekitiya xwe ava kirin
Mamosteyên Helebê yekitiya xwe ava kirin
Mamosteyên Helebê yekitiya xwe ava kirin
Mamosteyên Helebê yekitiya xwe ava kirin
8 sibat, 2020   16:04
HELEB

Tevgera Civaka Demokratîk bi koordîneya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi dirûşmeya "Ziman pêşeroja civakê" ye, civîna damezrîner a yekemîn a Yekitiya Mamosteyan lidar xist. Bi dehan mamoste tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Suad Hesen axivî, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku yekitiya mamosteyan ava bikin, ji bo ku prosesa perwerdeyê xurt bikin û nifşek demokratîk pirçandî ava bikin.

Di civînê de rêziknameya Yekitiya Mamosteyan hate xwendin û ji hêla beşdaran ve hate nîqaşkirin.

Piştî nîqaşên berfireh rêziknameya yekitiyê hate erêkirin.

Di dawiya civînê de Xalid Seyd û Fatme Besê wek hevserokên Yekitiya Mamosteyan hatin hilbijartin. Her wiha Fexrî Seydo, Asmaa Mihemed û Mihemed Gênc wek cîgirên hevserokatiyê hatin hilbijartin.

(şx)

ANHA