Pederson û Ciwad Zarîf civiyan

Wezîrê derve yê Îranî Mihemed Cewad Zarîf bi nûnerê taybet ê Sûriyê Geir Pederson re rûnişt.

Pederson û Ciwad Zarîf civiyan
8 sibat, 2020   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta derve ya Îran di daxuyaniyek çapemenî de got: "Di civîna bi Pederson re geşedanên dawîn li Sûriyê hatin gotubêjkirin."

Ev hevdîtin hemwextî serdana şandeyek rûsî ya ji bo Tirkiyê pêk hat. Şandeya rûsî ji bo nîqaşkirina rewşa Idlibê, şerên rû didin û nakokiya di Tirkiyê û hêzên rejîma Sûriyê de li Tirkiyê ye.

Di dema dawîn de Îranê di civînên Astana de beşdar nebû. Civîn di navbera Tirkiyê û Rûsya de tenê pêk hat.

Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriye Geîr di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de gotibû li cem wî çareseriyek sihrî ji Idlibê re tune ye.

 (şx)