Şanoya "Jina bi tenê" li Helebê hate pêşandan

Koma Sarya Baran a Şano ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê şanoya xwe ya `Jina bi tenê" li taxa Şêxmeqsûd ` pêşendan.

Şanoya "Jina bi tenê" li Helebê hate pêşandan
Şanoya "Jina bi tenê" li Helebê hate pêşandan
Şanoya "Jina bi tenê" li Helebê hate pêşandan
Şanoya "Jina bi tenê" li Helebê hate pêşandan
8 sibat, 2020   16:12
HELEB

Koma Sarya Baran a Şano ya girêdyaî Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê bi koordîneya Tevgera Çand û Hunerê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê, şanoyek bi navnîşan `Jina bi tenê` pêşendan. Bi sedan şêniyên taxê ji bo şano temaşe bikin li hola Elwan a herêma Şiqeyif amade bûn.

Endamê Koma Sarya Baran Ferec Hesen got, kom armanc dike berhemên xwe li gelek herêmên ku şer lê çêbûne pêşkêş bikin.

Koma Sarya Baran a girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê tev li 4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano bû.

Komê wê sibe şanoyek bi navnîşan `Ez diqîrim` li taxê pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA