Rejîm li Idlibê pêşde diçe, şandeyek rûsî gihaşt Enqere

Li başûrê Helebê şerê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên dewleta Tirk de bi hemû dijwariya xwe didome. Hêzên rejîmê ber bi rêya M5 ve bi pêş de diçe.

Rejîm li Idlibê pêşde diçe, şandeyek rûsî gihaşt Enqere
8 sibat, 2020   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek eniyên başûrê gundewarê Helebê şerê di navbera çeteyên girêdayî Tirkiyê û hêzên Rejîma Sûriyê de bi dijwarî didomin. Hêzên rejîma Sûriyê hewl dide rêya navneteweyî Heleb-Şam bi temamî kontrol bike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got: "Hêzên rejîma Sûriyê pêşketinek nû bidest xist, Um Atebe, Resim El-Îs, Resim Sahrîc û Cib El-Kas kontrol kirin û hinek maye heta ku  rêya M5 bi temamî kontrol bike."

Navendê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê cihên çeteyên Tirkiyê li başûr û rojavayê bajarê Helebê bombebaran kirin.

Wezareta derve ya Tirkiyê îro carek din gef li hêzên rejîma Sûriyê xwar û got eger nuqteyên çavdêr ên Tirkiyê li Idlibê carek din hatin hedefgitin, dê bersiveke dijwar bide.

Girêdayî heman mijarê şandeyek rûsî bi mijara rewşa Idlibê gihaşt avahiya wezareta derve ya Tirkiyê li Enqereyê. Şande ji alîkarê wezîrê derve û rayedarên leşkerî û nûnerên istixbarata Rûsyayê pêk hat.

(şx)

ANHA